1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Hêzên Amerîkayê pirên Reqayê nûjen dikin
Hêzên Amerîkayê pirên Reqayê nûjen dikin

Hêzên Amerîkayê pirên Reqayê nûjen dikin

Hêzên Amerîkayê dest bi çêkirina pirên derdora Reqayê kirine, ku di encama şerê dijî DAIŞê de hatibûn wêrankirin. Herwiha leşkerekî Amerîkî dîmenên navenda hêzên welatê xwe li navçeya Bozanê (Eyn Îsa) belav dike.

A+A-

Tîmên endazyarî yên hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, li derdora Reqayê dest bi nûjenkirina piran kirine. Dîmenên vîdeoyî yên hewlên wan hêzan bo çêkirina pirên Reqayê hatine belavkirin û di dîmenan de xuya dibe, ku pira Esediyê ya li nêzîkî Reqayê jî tê nûjenkirin, daku Hevpeymaniya Navdewletî bikaribe piştevaniyê bigihîne Hêzên Sûriya Demokratîk û di heman demê de jî, alîkarî ji xelkê deverê bê şandin.

 

Ji aliyê xwe ve jî, leşkerekî Amerîkî dîmenên navenda hêzên welatê xwe li navçeya Bozanê (Eyn Îsa) ya girêdayê Reqayê belav kir, ku têde derdikeve hejmarek ji helîkopterên şer ên herî pêşketî di amadebaşiyê de ne.

 

Ew navenda serbazî weke pêgehek stratejîk ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve di şerê dijî DAIŞê de tê bikaranîn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.