1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Hêzên Şeibî yên Sûriyê ku çûne Efrînê, kî ne?
Hêzên Şeibî yên Sûriyê ku çûne Efrînê, kî ne?

Hêzên Şeibî yên Sûriyê ku çûne Efrînê, kî ne?

Çavkaniyeke ewlehiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku heta niha 3 yekeyên ser bi hêzên şeibî yên Sûriyê gihiştine Efrînê.

A+A-

Çavkaniya ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên şeibî yên ku çûne herêma Efrînê Hêzên Mertala Ewlehiyê ya Leşkerî, Nubul û Zehra ne ku ji hêzên şeibî pêk tên, herwiha ligel hêzêm Qatircî ku çekdarên eşîrên Erebî li xwe digre.”

Bi dehan kes li Efrînê pêşwazî li hêzên şeibî yên ser bi hikûmeta Sûriyê kirin ku bi yadaştnameyeke jihevtêgihiştineke ligel fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatine herêmê. Herwiha kesên ku ji bo pêşwaziya hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derketibûn cadeyan, tevî alayên Sûriye, YPG û HSDê, wêneyên Beşar Esed ligel wêneyên rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bilind kirin.

Fermandarê Hêzên Şeibî yên ser bi Artêşa Sûriyê Mihemed Ferec li Efrînê ji medyaya nêzîkî YPGê re ragihand: “Ji bo piştgiriya birayên xwe û rûbirûbûna êrîşên terorîstî yên Tirkiyê yên ser sînorê axa Sûriyê, hêzên me hatin Efrînê. Em ji vir peyamek didin hikûmeta Tirkiyê û Erdogan û dibêjin gelê Sûriyê yek e.”

Berdevkê YPGê Birûsk Hesekê jî ji Efrînê diyar kir: “Bi armanca parastina sînorê dewleta Sûriyê û li ser daxwaza Yekîneyên Parastina Gel (YPG), yekîneyên ser bi Artêşa Sûriyê hatin Efrînê.” Birûsk Hesekê tekezî li ser wê yekê jî kir ku “Efrîn beşeke ji Sûriyê ye”.

 

Birûsk Hesekê herwiha diyar kir ku “hêzên ser bi Artêşa Sûriyê ligel YPG û YPJ dê rûbirûyî êrişên dagirkeriya Tirkiyê bibin”.

 

Ji roja 20ê Çileya bihorî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê “Operasyona Çiqla Zeytûnê” lê kiriye.

 

Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Mabat, Cindirês û navenda bajarê Efrînê pêk tê.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.