1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Hêzên Tirkiyê ji xaleke çavdêriyê ya Hemayê vekişiyan
Hêzên Tirkiyê ji xaleke çavdêriyê ya Hemayê vekişiyan

Hêzên Tirkiyê ji xaleke çavdêriyê ya Hemayê vekişiyan

Li gor daxuyaniya SOHRê barhilgirên Tirkiyê gihaştin xala çavdêriya li herêma Morik a di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de.

A+A-

Hêzên hikûmeta Tirkiyê ji xaleke çavdêriyê li bakurê parêzgeha Hemayê vekişiyan.

Li gor agahiyên hatine belavkirin vê sibehê, hêzên hikûmeta Tirkiyê dest bi vekişînê ji xala Morik ku bi xala 9ê tê naskirin kirine.

Li gor heman çavkaniyan, dibe ku hêzên Tirkiyê ji çend xalên din jî ku li navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê ne di rojên bê de vekişin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiye vekişandina hêzên xwe ji xala Morik a li herêma bakurê Hemayê yên di bin dorpêça hêzên hikumeta Şamê de berdewam dike û berê xwe dide herêma Meir Hetat a Idlibê.

Li gor daxuyaniya SOHRê barhilgirên Tirkiyê gihaştin xala çavdêriya li herêma Morik a di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de.

Hat gotin ku ev vekişandina hêzên Tirkiyê bi rêkeftin û hemahengî li gel Rûsyayê tê encamdan.

Niha 14 xalên çavdêriyê yên hikûmeta Tirkiyê li hersê parêzgehên Hema, Heleb û Idlibê li navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê ne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.