1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Hikûmeta Kurdistanê tohmetên Îranê red kir
Hikûmeta Kurdistanê tohmetên Îranê red kir

Hikûmeta Kurdistanê tohmetên Îranê red kir

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser navê hikûmetê bi daxuyaniyekê bersiva Sekretêrê Giştî yê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Axayê Muhsînê Rezayî da ku Herêma Kurdistanê bi destwerdana xwepêşandanên Îranê tohmetbar kiribû.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Axayê Muhsinê Rezayî, di nûçeyeke ajansa Tesnîmê de, herêma Kurdistanê bi destwerdana xwepêşandanên Îranê tohmetbar kiribû û gotibû, tiliya malbata Barzaniyan jî di wan protestoyên li dijî deshilatdariya Îranê de heye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, tohmetên rayedarê îranî red kirin û got, hîç rastiyeke wan daxuyaniyên xwpêşandanên Îranê ji Hewlêrê têne birêvebirin nîne.

‘EM RÊ NADIN LI NAV WELATÊN HERÊMÊ ALOZÎ ÇÊBIBIN'

Dizeyî di daxuyaniyê de diyar kir, "Em bi hemû şêweyekî wan tohmetan red dikin û hîç binemayek jî bo wê nîne, ji ber ku Herêma Kurdistanê bi kirîkar selmandiye ku her tim faktora aramî û tenahiya navçeyê bûye û çi cara rê nedaye û rê jî nade ku alozî di nav welatên derdorê de çêbibin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Herêma Kurdistanê ligel welatên hevso û navçe û cîhanê, her tim peywendiyeke dostayetî dixwaze ku li ser binema rêzgirtina bejerwendiyên hevbeş be û ev cure daxuyanî jî bi hîç awayekî xizmeta hevsoyî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de nakin." (sputnik)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.