1. YAZARLAR

  2. Münir Maviş

  3. HIZRA DI MAL DE
Münir Maviş

Münir Maviş

Yazarın Tüm Yazıları >

HIZRA DI MAL DE

A+A-

 

Nirxandina rojên di mal de, derfetek pir bi qîmet e bo xwendevan, nivîskar û helbestvanan. Lewra divê em di vî warê de guh bidin şîretên Qurana pîroz, di gava qala mumînan dike ji me re wiha ferman dike;

 

“Ew ji tiştên vala (û betal) rû dizivirînin.” Belê temen kurt e, rê dirêj. Ji ber vê divê em roj û şevên xwe baş binirxînin. Hingî em rêzê bo xweza û ajalan negirin, bi destê xwe wêran kirina dinê nesekinînin, tu car em û Gerdûn ji vê astengî û nexweşîyê azad nabin.

 

Divê ji niha û paş de em terezîna (cudahîya mezin) ya navbera dewlemend û feqîran kêm bikin. Xîzan hemî deman di nav êş û eleman de ne. Piştî vê bûyerê divê kesên dewlemend, xîzan û jar, belengaz û bêkesan zêdetir biparêzin da ku li her der aramtir bibe. Hewceye dersekê ji vê bûyerê wergirin. Dinya û zeman ji me ra emanete, îro heye sibe nîne.

 

Ber vî çendê lazime em vana baş binirxînin, çawa Ehmedê xanî dibêje, “Dinya xane ê ku tê de nîvî çune nîvî mane, ê ku mane ew jî mêvane.” Dîsa dibêje, “Ger divêtin ku beraber nebîtin kes bi te re, ilmê bixwîn hem emelê tu bike sin'et ji xwe re.”

 

Di van rojên di mal de diborin re şîreteke di cî de ye. Divê di van rojên vala de fikir, hizir û ramanên xwe yên borî û yên berê mijûl bin, li ser jîyana xwe, jîyana mal û malbata xwe û ya gelê xwe bifikirin. Em dê bo wan jîyaneke çawa bihêlin vê binêrin da berpirsiyarîya xwe bicîbînin?

 

Însan carna xwe zêde dixe bin xewn û xeyalên dûr û kûr de. Dinya li hember axretê wekî xewnekêye. Wekî tê gotin; “ez di zikê dayîk de derketim sûkê, min stand kefenek, daketim gorê.”

Jiyan hema bêje ew qase, lewra Xwedê rehma lê bike, Ehmedê Xanî Nûbihara Biçûkan de dibêje, “Ger di te meqsûdek hebî, lazim divê pê bibî lez, xasma te mebûdek hebî, daim bi emrê wî bibez.

 

Gelî hevalên hêja, divê em ji bo dinya û axreta xwe karê bi qîmet û mayînde bihêlin, ji bo nifşên dû me re armanceke payebilind û rêyeke ronî û zelal bihêlîn. Ji vê dinyayê xincê karên qenc, kes neşêtin tiştekê bibe milê din. Şair çikas xweş gotîye;

 

“Ji goristanê derbaz bum kêm zêde,

Min dît dewlemend û derwêşan tê de,

Ne derwêşek bê kefen çû bin erdê,

Ne dewlemend ji bilî kefen bir vê de.

 

Di vî derbarê de mînakekê ji helbestvan û zanayê serhedê Seyîd Elî bidim, ew wuha dibêje;

 

“Ela ey sahibê qesrê,

Dema ku tu biçî qebrê,

Nizam çawa bikî sebrê,

Di vê toz û di xebrê da.

 

De ka rabe ji vî halî,

Nebe mexrûr bi vî malî,

Qe nebêjî demek xalî,

Diçî axir di qebrê da.

 

Rojê bi hezaran sefîl û jar dimirin; ne kes guh didê û ne jî bi bîr tîne. Ma me bawerî neanibû bi mirin û roja qîyametê, roja

xelat û celatê? Ma her dem me di Qurana pîroz de nedixwend; “Her nefs dê mirinê tam bike.

 

Dema ku mirin nêz dibe mirov dixwaze jîyana xwe hemûyê; sanîye bi sanîye, roj bi roj, meh bi meh û sal bi sal ji nûve vegerîne, ji nûve bijî. Heta ku wextê me maye û derbazkirina vî wextê em poşeman nebin, divê em têr û tije derbaz bikin û jîyaneke bi wate biborînin.

 

Di warê jîyan û kar û barê xwe de pêwîste ku em her dem mirinê bi bîr bînin û ji bîr nekin. Divê em her dem bergirîya xwe li hember nexweşî û xirabîyê tevbigerin û paş re xwe bispêrin Xwedayê mîhrîban û dilovan.

 

Qasidê Xwedê a.s. di hedîseke xwe de dibêje; “roja firehî û heyînê de hûn Xwedayê xwe binasin û ji bîr nekin, da ku rojên tengav de jî ew we bi bîr bîne û alîkarî ya we bike.”

 

Îmamê Elî jî Xwedê jê razî be wuha dibêje; “musîbeta ku mirov nêzê Xedê bike ew îmtîhan e, yê ku însan ji Xwedê dûr bike ew jî ceza ye.

 

Divê em bi bîr bînin; Rebbê alemê di ayeteke pîroz de ji me re dibêje: “Em hinek bi tirsê û hinek bi birçîbûnê, bi kêmkirina mal, can û beran (semere) we diceribînin (îmtîhan dikin). Mizgînê bide sebirvanan. 2/155

 

Însanê belengaz hindî ku ji feqîrtîyê ditirse, ew qas ji ezaba agir jî bitirsîya dê ji herduyan jî azad bibûya. Çendî ku dewlemendî hez dikir, biheşt daxwaz kiriba yê her du jî destxistiba. Çiqas ji însanan ditirsin, ew qas ji Xwedê Teala tirsîyaban dê ji her cure şer û xirabîyê ewlehîyê de bûna.

 

Belê hinde tişt hene ku em derheqêi xwe de şer dibînin, dibe ku dawîyê me re bibe xêr. Çawa gotinek heye dibêje; “her şikestin ne dawî û têkçûne, hin şikestin hene carina dibin destpêka nûjîyan û vejinbûnê.

 

Belê ev êşa niha me teva diêşîne jî, emê dest bidin hev û piştgirîya hev du biken û înşalah bi hev re derbas bikin. Divê em kul û derdê hev du parve biken, çawa ku gotineke berê heye dibêje; “Çîya bi derdên çîya dizanin, dermanê sotî dilan, her dilsotîye.

 

Em hêvîdarin ku, êşa doh, bibe bextewarîya siberoja me.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum