1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. HRW: Li Efrînê 17 jê zarok 26 kesên sivîl hatine kuştin
HRW: Li Efrînê 17 jê zarok 26 kesên sivîl hatine kuştin

HRW: Li Efrînê 17 jê zarok 26 kesên sivîl hatine kuştin

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) dibêje, di 3 rojan de, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê, 17 jê zarok, 26 welatiyên sivîl jiyana xwe ji destdane.

A+A-

Di reporta xwe ya herî nû ya derbarê rewşa Efrînê de, saziya navdewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), ku baregeha wê ya sereke li New Yorkê ye, ragihand di rojên 21, 27 û 28 meha Çileyê de, ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê, li Efrînê 26 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku 17 ji wan zarok bûne û di nava wan de jî 2 malbatên koçber hebûne.

Cîgira Rêvebera Rojhilata Navîn a HRWê Lema Feqîh daxuyakirin, ku ji ber êrîşa Tirkiyê welatiyên sivîl rastî koçberî û kuştinê hatine û got, “Divê Tirkiye jiyana sivîlan biparêze û ziyanê negihîne wan.”

Berpirsa HRWê herwiha ragihand, 26ê Çileyê wê ji Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re derbarê kuştina sivîlan de nameyek şandiye, lê heya niha bersiv nehatiye dayîn.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.