1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. HSD kete nava bajarê Tebqayê û şer û pevçûnên dijwar diqewimin
HSD kete nava bajarê Tebqayê û şer û pevçûnên dijwar diqewimin

HSD kete nava bajarê Tebqayê û şer û pevçûnên dijwar diqewimin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) vê sibehê ketin nava bajarê Tebqaya ku li bakurê Sûriyeyê dikeve. Li zanyariyan di navbera hêzên HSD û milîtanên DAIŞê de şer û pevçûnen dijwar diqewimin.

A+A-

Berdevkê Odeya Çalakî ya Xezeba Firatê Cihan Şêx Ehmed di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Tebqa wê kontrola bajarê Reqqayê hêsantir bike." Şervanên HSDê îro berê sibehê bi piştgiriya balafirên koalisyona hevpeyman ku Amerîka pêşengiya wê dike ketin nava bajarê Tebqayê.

‘14 MILÎTANÊ DAIŞÊ HATIN KUŞTIN'

Li gorî zanyariyên berdest, piştî çekdarên HSDê vê sibehê ketin nava bajarê Tebqayê, di navbera şervanên HSD û terorîstên DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin û heta niha 14 milîtanên terorîst hatine kuştin û 3 şervan jî birîndar bûne.

‘TEBKA JI BO DAIŞÊ XETA ÊRİŞ Û PARASTİNÊ YE'

Berdevkê Odeya Çalakî ya Xezeba Firatê Cihan Şêx Ehmed di axaftina xwe de got: "Ji bo ku Tebqa ji DAIŞê re cihekî pir stratejîk e pir li ber xwe dide. Tebqa rizgar bibe dê kontrolkirina Reqqayê hêsan bibe. Herwiha bi rizgarkirina Tebkayê dê Bendava Tebqayê jî azad bibe. Tebqa ji bo DAIŞê xeta parastin û êrişê ye. DAIŞ ji Tebqayê êrişên xwekujî û yên bi wesayît pêk tîne. Herî zêde terorîstên biyanî yên nava DAIŞê van êrişên xwekujî pêk tînin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.