
HSD: Me du helîkopter xistine
Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ragihand ku "hêzên wan duh şemiyê ne helîkopterek tenê lê du helîkopterên Artêa Tirkiyeyê xistine.
Li gorî daxuyaniya HSDê, "duh hêzên me du helîkoptereên Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê xistine ku me xistina helîkopterekê ragigandibû û dewleta Tirkiyeyê jî ew tişt qebûl kiribû.
HSD di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: "Piştî pêwendîdanîna li gel fermandarên li eniyên şerî û ragihandina Tirkiyeyê ya ku 11 leşkerên wan îro hatine kuştin, ji me re hat piştrastkirin ku ew helîkoptera hatibû xistin û belgekirin ya êrîşê bû û muretebata wê ji fermandar û guleavêjekî pêk tê. Lê şervanên me li ser heman mihwerî, helîkoptereke skorski ya leşkeran dibe xistiye û 9 leşker tê de bûn ku hemû jî hatin kuştin. Bi vî aayî hejmara kuştiyan 11 ne wek medyaya Tirkiyeyê ragihand".
ARTÊŞA TIRKIYEYÊ: 11 LEŞKERÊN ME HATIN KUŞTIN
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyeyê duh xistina helîkopterekê piştrast kiribû û ragihandibû ku 2 leşker tê de hatibûn kuştin û diyar kiribû ku li gel wan herdu leşkeran, di operasyonan de 9 leşkerên din jî di heman rojê de hatine kuştin.(sputnik)
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.