1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin
HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin

HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin

Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gundê Deşîşe yê li başûrê rojhilatê Hesekê derbeyeke mezin li milîtanên DAIŞê xistin.

A+A-

HSDê di daxuyaniya xwe de got: "Şervan li başûrê rojhilatê Hesekê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, firokeyên şer û topxaneya Artêşa Iraqê, me derbeyên mezin li milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê xistin ku ketine jêr dorpêçeke tund.”

 

Herwiha êrişa HSDê bo ser DAIŞê li rojhilat û başûrê rojhilatê Hesekê di çarçoveya Operasyona Bagera Cizîrê de ye. Piştî êrişa Tirkiyeyê bo ser Efrînê, HSD operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê Dêrezorê û başûrê rojhilatê Hesekê dabû sekinandin û pişt re di destpêka meha gulanê de operasyon cara duyem hatibû  destpêkirin.

Gundê Deşîşe weke dawî binkeya sereke ya terorîstên DAIŞê li başûrê rojhilatê Hesekê tê hesibandin. DAIŞ hatiye dorpêçkirin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo jî ragihandibû ku bi vî awayî milîtanên DAIŞê nikarin birevin. Pompeo gotibû ku devera Deşîşê li nêzîkî sînorê Sûriye û Iraqê binkeyeke sereke ya DAIŞê ye.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.