1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. HSD nêzîkî Reqayê dibe: Di 24 saetan de 150 km kontrol kir
HSD nêzîkî Reqayê dibe: Di 24 saetan de 150 km kontrol kir

HSD nêzîkî Reqayê dibe: Di 24 saetan de 150 km kontrol kir

HSD nêzîkî Reqayê dibe: Di 24 saetan de 150 km kontrol kir

A+A-

 Navenda Nûçeyan - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike, ber bi paytexta DAIŞê bajarê Reqayê ve ber bi pêş ve diçe û di 24 saetên dawî de 150 kîlometre çar goşe ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

Operasyona kontrolkirina Reqayê ku ji 5ê Kanûna 2016ê ji aliyê şervanên HSDê ve û bi piştevaniya Amerîka û hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê dest pê kiriye, berdewam e.

Li ser operasyona HSDê bo girtina Reqayê, Nûnerê Taybetî yê Barack Obama di hevpeymaniya navdewletiya DAIŞê de, Brett McGurk daxuyaniyek giring da.

Brett McGurk li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek derbarê operasyona Reqayê û pêşveçûnên hêzên HSDê de belav kir û ragihand, ku di 24 saetên dawîn de, hêzên HSDê 150 km çar goşe ji destê DAIŞê derxistine û xistine bin kontrola xwe.

McGurk di twitta xwe de wiha nivîsan:

“Di 24 saetên dawîn a pêşveçûna Reqayê de, hêzên HSDê bo îzolekirina DAIŞê û bo pevgirêdana rêyên bakur û rojava, 150 km çar goşe paqij kirine.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.