1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. ÎNFOGRAFÎK - Duh li Efrînê çi qewimî?
ÎNFOGRAFÎK - Duh li Efrînê çi qewimî?

ÎNFOGRAFÎK - Duh li Efrînê çi qewimî?

Êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên hin grûpên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam in û herî dawî Artêşa Tirkiyê ragihand, ku hêzên wan navenda bajarokê Cindirêsê li başûrê rojavayê herêma Efrînê kontrol kirin.

A+A-

Rojnamevan li Dêska Rojavayê Kurdistanê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Hisên Omer rojane bi grafîkan zanyariyên herî dawîn derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên dijbereya Sûriyê bo ser herêma Efrînê de pêşkêş dike.

Roja Pênşemiyê 8ê Adarê jî di berdewamiya êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî Enqerê bo ser herêma Efrînê de, şer û pevçûnêmn tund di navbera hêzên YPG/HSD û hêzên Tirkiyê de berdewam bûn. Herwiha firokeyên şer û topxaneyên Artêşa Tirkiyê jî berdewam bûn li ser bombebaran û topbarankirina deverên Efrînê.

Di 48mîn roja êrişên ser Efrînê de, roja Pênşemiyê 8ê Adarê şer û pevçûnên dijwar li her du mêhwerên Cindirês û Şera çê bûn.

Di heman rojê de, hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê piştî şerekî tund li gel şervanên YPG/HSDê derbasî navenda bajarokê Cindirêsê bûn û danê êvarî jî Artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku navenda Cindirêsê bi temamî ji aliyê hêzên wan ve hatiye kontrolkirin.

Li mîhwerê Şera jî topbaran û bombebarana deverê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve berdewam bû, ku di encamê de 3 zarok û dayika wan canê xwe ji dest dan û hejmarek welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

Di vê înfografîkê de, hevkarên me Hisên Omer û Omer Kalo zanyariyên herî dawî derbarê rewşa Efrînê û şer û pevçûnên li wê herêmê de pêşkêş dikin.

 

Rûdaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.