1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Îran: Me Kurdistana Mezin têk bir
Îran: Me Kurdistana Mezin têk bir

Îran: Me Kurdistana Mezin têk bir

Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, plana Kurdistana Mezin di koka xwe de hate fetisdandin.

A+A-

Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê, Mihemed Elî Ceiferî îro serdana bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê kir û di merasimekê de ragihand, "plana Kurdistana Mezin di van mehên dawiyê de li navçeyê hate jinavbirin û di koka xwe de hate fetisandin."

 

Ceiferî got, "dijmin di her warekê de hewl dide ku ewlehiya navçeyê têk bibe, lê hemû hewldanên wan tên têkbirin" û bi gotina wî yek ji wan planan jî, "plana Kurdistana Mezin" bû.

 

Fermandeyê Supaya Pasdaran amaje bi şerên li hember partiyên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Urmiyê jî kir û got, niha ewlehiya wê parêzgehê ji parêzgehên li navenda Îranê jî baştir e.

 

Ew gotinên Ceiferî di merasima bîranîna kuştiyên Komara Îslamî de bû ku li Urmiyê hate lidarxistin. (rudaw)

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.