1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Îranê bersiva biryara Trump da
Îranê bersiva biryara Trump da

Îranê bersiva biryara Trump da

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li hember biryara Trump a vekişîna ji rêkevtina etomî bertek nîşan da û ragihand, Amerîka peymanên xwe dişkîne.

A+A-

Hesen Ruhanî herwiha got, Amerîka piştgiriya terorê dike û diyar kir, ku Îran pabendî sozên xwe yên di çaçroveya rêkevtina etomî de bûye.

 

Serokomarê Îranê herwiha destnîşan kir, Trump nîşan da ku ti rêzekê ji rêkevtinên navdewletî nagire û tekez kir, rêkevtina etomî ne tenê rêkevtina di navbera Îran û Amerîka bi tenê de bû, lê belê rêkevtineke navdewletî û li gorî pesendkirina Encûmena Asayişa Navdewletî bû.

 

Ruhanî herwiha got: “Rêkevtina etomî rêkevtineke di navbera Îran û Amerîkayê de nebûye, heta ku Amerîka bixwaze rabigihîne ku ew dê ji rêkevtinê derkeve. Rêkevtina etomî rêkevtineke çend alî û navdewletî bûye, rêkevtin rêkevtinek e ku pesenkiriya Encûmena Asayişa Navdewletî û biryarnameya 2231 bûye, lewra Amerîkayê îşev bi awayekê fermî ragihand, ku gun nade peymanên navdewletî û berî rêkevtinê jî Trump peymanên xwe derbarê rêkevtina jîngehê ya Parîsê de ragihand û ji vê rêkevtina giring a ji bo jîngeha cîhanî derket.”

 

Di derbarê paşeroja rêkevtinê de jî, Serokomarê Îranê destnîşan kir, ji niha û şûn de êdî rêkevtin di navbera Îran û 5+1 de nîne, wan yek ji dest da û niha ew li benbdê dimînin ka welatên ewropî û Rûsye û Çîn dê çawan reftarê bikin, eger xwastên Îranê bi dest ketin, rêkevtin dê berdewam be.

 

Hesen Ruhanî tekez kir, wî ferman daye Wezareta Derve ku di çend heftiyên bihê de gotûbêjên xwe li gel welatên ewropî temam bike, ka dê çawan bi Îranê re reftarê bikin.

 

Ruhanî got: “Ji niha û şûn de rêkevtina etomî, rêkevtina navbera Îranê û 5 welatan e, ji niha û şûn de 5+1, yeka xwe ji dest da. Di vê rewşê de gerek em li bendê bin ka 6 welatên mezin ên cîhanê dê çawan li gel vê rêkevtina etomî reftrar bikin. Min fermandaye Wezareta Derve ku di çend heftiyên bihê de bi gotûbêjên li gel welatên ewropî û du welatên din ên mezin wate Rûsya û Çînê hevahengiya pêwîst û serederiya pêwîst encam bidin, eger di dawiya vê dema diyarkirî de em gihîştin vê encamê ku bi alîkariya 5 welatan em dê bikarin hemû ew tiştên ku di rêkevtinê de xwasteka xelkê Îranê bûye, bi dest bînin, tevî xwasta Amerîka û rejîma ziyonîst (Îsraîl) û hewlên wan û bênezaketiyên îşev ên Trump, rêkevtin dê berdewam be û em dikarin di berjewendiya navçeyê û cîhanê de pêngavan bihavêjin.

Eger ku em bizanin xwastekên me bi dest nayên, ez dê di demeke zû de ji bo xelkê Îranê biryara hikûmeta xwe rabigihînim. Lê ez careke din tekez dikim ku xelkê me nabe ti dilgiraniyekê li hember paşeroja welat hebe.”

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Gulana 2018 biryara vekişîna wî welatî ji rêkevtina etomî ya li gel Îranê aşkere kir.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.