1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Iraq: Kurdistan petrolê bide emê meaşan bişînin
Iraq: Kurdistan petrolê bide emê meaşan bişînin

Iraq: Kurdistan petrolê bide emê meaşan bişînin

Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê Mehdî Ellaq ragihand, ku eger Bexda raste rast serpereştiya berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike, hikûmeta federal amade ye meaşên rast ên karmendên Kurdistanê bide.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê Mehdî Ellaq ragihand: “Serokwezîrê Iraqê çend caran eşkere kir, ku hikûmeta federal amade ye meaşên rast ên karmendên Herêma Kurdistanê bide lê divê hikûmet bi xwe serpereştiya berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike.”

Derbarê mijara navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de Mehdî Ellaq got: “Divê berpirsiyarî û rêveberiya wan herêman raste rast di destê hikûmeta federal de be heta pirsa navçeyên nakok tê çareserkirin.”

Ellaq tekez kir: “Hikûmeta navendî, di çarçoveya destûr û biryara dawîn a Dadgeha Federal de, ji bo sepandiya desthilata xwe li deriyên sînor, rêşûnên pêwîst bike.”

Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê herwiha da xuyakirin, ku Serokwezîrê Iraqê dixwaze pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê bi riyên aştiyane û guftugo werin çareserkirin. Çimkî bijardeya serbazî bi prensîbên hevnîştîmanîbûnê re li hev nakin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.