
Îsraîl: Em bi tenê jî bi Îranê dikarin
Wezîrê Berevaniya Îsraîl Avîgdor Lîberman dibêje, Îsraîl bi tenê jî dikare li hember xirabkarî û metirsiyên Îranê bisekine.
A+A-
Wezîrê Berevaniya Îsraîl Avîgdor Lîberman ji televîzyona Îsraîlî re gotiye, hemû cîhan dizanin ku Îran tehdîd e li ser Rojhilata Navîn û cîhanê ji ber wê jî ew piştevaniya siyaseta Amerîka li hember Îranê dikin.
Avîgodor Lîberman her wiha gotiye, Îsraîl welatekî bihêz e û dikare bêyî alîkariya Amerîka jî li hember Îranê bisekine.
Pêr (13 vê mehê) serokê Amerîka Donald Trump helwesta dawî ya Amerîka li ser Îranê eşkere kir û ragihand, Îran piştevanê serekî yê terorîzmê ye li cîhanê de. Trump her wiha sinyala wê yekê jî da ku rêkeftina etomî ya Îranê betal bike û Sipaha Pasdaran bixe lîsteya terorê. (basnews)
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.