1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Îsraîl û Îran xwe ji bo şer amade dikin
Îsraîl û Îran xwe ji bo şer amade dikin

Îsraîl û Îran xwe ji bo şer amade dikin

Roj li pey roj daxuyaniyên di navbera Îran û Îsraîlê de tundtir dibin, di wê navberê de jî Amerîka û nêzîkbûna guhertina li Koşka Spî, hinek din hestyariya rewşê zêdetir dike.

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Îranî li ser çûna jêrderyaya Îsraîlê bo nav avên Kendavê hişyariyê dide û wê yekê wek “dijminkarî” binav dike. Herwiha ew berpirs amadebûna welatê xwe ji bo şerê li gel Îsraîlê nîşan dide.

Îran li aliyekî û Amerîka û Îsraîl jî li bereyekî din, pêngavên serbazî û radîkal li hember hev diavêjin ku dûr nîne ser bikêşe bo pevçûneke serbazî li navçeyê. Navçe corek ji leşkerkomkirina nihênî bi xwe ve dibîne û hemû senaryoyên bo pêşeroja Rojhilata Navîn, bi awayekî vekirî mane ku ev jî di demekê de ye, Amerîka xwe ji bo guhertina serok amade dike.

Ebu Fezl Emumî, Berdevkê Komîteya Asayişa Netewî û Siyasetên Derve li Parlamentoya Îranê, dibêje, eger jêrderyaya Îsraîlê bigihije avên Kendavê, welatê wan dê wê pêngavê weke kiryareke “dijminkarane” bibîne û “mafê bersivdayînê jî dê hebe.”

Emumî berê xwe dide Îsraîlê û dibêje, ew peyameke zelal bo wan dişîne ku puxteya wê ew e pêwîst e hişyar bin û eger jêrderyaya wan bigihije avên Kendavê, ew “dibe armanceke taybet bo me” û got jî, amadebûna Îsraîliyan li nêzikî Îranê pirsgirêkê bo welatên cîran jî çê dike.

Rojên derbasbûyî, Îsraîlê wek corek ji gefan amaje bi karên Îranê yên li navçeyê kir û ragihand, Îsraîl hest bi metirsiyên Îranê dike ku dibe bi rêyên rêyên Iraq û Yemenê encam bide.

Derbarê bikaranîna grûpên Iraqî ji bo encamdana karên serbazî li beramber dijberên Îranê, Emumî got, welatê wî peywendî li gel hinek grûpên Iraqî heye, lê ev nayê wê wateyê ku pêwîstî bi bikaranîna wan grûpan heye. Ji ber ku bi gotina wî, egerTehran bixwaze karekî tolhildanê encam bide, bi fermî dike û pêwîstî bi destûpêwend nîne bo ku êrişî Îsraîlê bike.

Daxuyaniya berpirsê Îranî di bersiva wan nûçeyan de hat ku rojên derbasbûyî, behsa derbasbûna jêrderyayeke Îsraîlî hat kirin li kanala Suwêyşê. Hinek çavkanî gihîştina jêrderyaya Îsraîlî bo Deryaya Sor dûpat dikin û amaje bi wê dikin, armanca jêrderyaya Îsraîlî gihîştina bo nav avên Kendavê ye li nêzikî Îranê.

Elî Reza Tenkisîrî, Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê, daxwaza amadesaziya hêzên welatê xwe kir bo berevanîkirina Îranê. Ew li ser giravên nakokî li ser ên li gel Îmaratê “Tunbî Biçûk” û Tunbî Mezin” li Kendavê, dûpat kir ku hêzên wan amade û hişyar in.

Huseynî Niquy, berdevkê berê yê wê komîteya parlamentoya Îranê, veneşart ku welatê wî ji guhertinên Amerîkayê ne piştrast e û got, Îsraîl li pey hincetan digere bo tirseke berfireh û rakêşana navçeyê ber bi rûbirûbûna metirsîdar di dawîn rojên serokatiya Donald Trump de li Amerîkayê.

Niquy dibêje, “Heta şandina jêrderyaya Îsraîlî bo navçeyê, hemû dikeve çarçova radîkalbûna Îranê ji bo handana ber bi rûbirûbûna serbazî, lewma ez ji Îsraîl û Amerîkayê re dibêjim, Îran dê bihêz û bilez bersiva her hereşeyekê bide.”

Roj li pey roj daxuyaniyên di navbera Îran û Îsraîlê de tundtir dibin, di wê navberê de jî Amerîka û nêzîkbûna guhertina li Koşka Spî, hinek din hestyariya rewşê zêdetir dike.

Di rojên borî de Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve yê Îranê, ragihand, serokê niha yê Amerîkayê Donald Trump, gefên seranser û metirsîdar dike û berpirsyariya her xeletiyekê dikeve  stûyê wî.

Berî niha Amerîkayê bi rêyan hinek tevgerên serbazî li navçeyê, asta hilçûnê zêdetir kir, ji wan jî şandina firokeyên “B-52” bo Rojhilata Navîn û paşê jî şandina jêrderyaya etomî “USS Georgia” bo avên Kendavê bi aliyê Îranê ve.

Wek ku Emîr Husên Qazîzade, Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê dibêje, ew natirsin, ji ber ku Îranî dikarin bi tora masîgirtinê wê jêr deryayê nêçîr bikin.

Jibilî rûbirûbûnên deryayî, li ser zevî jî rewşa navçeyê û taybet rewşa Iraqê ne baş e. Piştî êrişa mûşekî ya milîsên çekdar bo ser Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, asta girjiyên di navbera Amerîka û Îranê de zêde kir û Serokê Amerîkayê got, ew dê kuştina her Amerîkiyekê li Iraqê bixin stûyê Îranê û dê bersivê bidin.

Li beramber jî Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê, derbarê wan êrişan de got, hikûmet daxwaza arambûna rewê dike daku careke din Iraq neyê kişandin bo nav pirsgirêkeke seranserî ya din.

Lêbelê Ebu Elî Eskerî, Berpirsê Asayişa Ketîbeyên Hizbullah li Iraqê di twîtekê de got, rewşa navçeyê ewqasî germ e ku her demê egera serîhildana şerekê heye û pêwîst e ew dan bi xwe de bigrin û derfetê ji bo “dijmin” çênekin û nebin aliyê destpêker.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.