1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Ji Amerîkayê dijî Îranê pêngava leşkerî
Ji Amerîkayê dijî Îranê pêngava leşkerî

Ji Amerîkayê dijî Îranê pêngava leşkerî

Hinek ji hêzên iraqî li hêviyê bûn, ku piştî şerê DAIŞê Amerîka bi temamî leşkerên xwe ji Iraqê vekişe lê li gorî daxuyaniyên berpirsên vî welatî, Amerîka hêzên xwe venakişe, berovajî hejmara wan zêdetir dike û li Kerkûk û Xurmatoyê jî hêz bicîh dike.

A+A-

Şirovekarekî leşkerî dibêje: “Hebûna Amerîkayê ya li Kerkûk û Xurmato stratejîk e, ne ku taktîk. Ji bo qutkirina hejmûna Îranê ya li Kerkûk û Herêma Kurdistanê ye.”

Sala 2011, Amerîkayê leşkerên xwe yên li Iraqê vekişand. Lê ji ber şerê DAIŞê beşeke kêm a leşkeran careke din vegerand, ku piraniya wan jî li Herêma Kurdistanê bicîh kir.

Dihate çaverêkirin, ku piştî nemana DAIŞê û kontrolkirina bajarên dagirkirî ew leşkerên amerîkî vegerin welatê xwe. Lê belê hefteya borî hate ragihandin, ku Amerîkayê hejmara leşkerên xwe zêde kiriye û niha zêdetirî 10 hezar leşkerên wan li Iraqê ne, beşek ji wan jî li Kerkûk û Xurmatoyê bicîh bûne.

Şirovekarê serbazî Îhsan Qeysûn dibêje: “Hêza amerîkî hêzeke şerker e, ji bo parastina asayîşa Kekrûkê ye. Piştî kirdarên dijî mirovahiyê û tawanên şer ên hinek mîlîsên ser bi Îranê ve, ev yek pêk hat. Hebûna Amerîkayê ya li Kerkûk û Xurmato stratejîk e, ne ku taktîk. Ji bo qutkirina hejmûna Îranê ya li Kerkûk û Herêma Kurdistanê ye.”

Berdevkê hevpeymaniya navdewletî Riyan Dillon jî ragihand, ku Amerîka hêzên xwe li seranserê Iraqê belav dike û da zanîn, ku erkê wê hêza li Kerkûk û Xurmatoyê tê bicîhkirin jî rêgirtina şer û nakokiyan e.

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Hamid Mûtleg di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Tişta derbarê belavkirina hêzên amerîkî li hin navçeyên Iraqê tê gotin, tenê zanyarî ne û agahiyên berfireh nînin. Lê li gorî rêkeftina di navbera Amerîka û hikûmeta Iraqê de hatiye kirin, heta şerê DAIŞê bi temamî bidawî bibe, hêzên amerîkî dê li Iraqê bimînin.”

Rêveberê Dezgeha Navendî ya Îstîxbarata Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo dibêje, derbarê hêzên amerîkî yên li Iraqê de wî nameyek ji Fermandeyê Supaya Quds a Îranê Qasim Silêmanî re nameyek şandiye û gotiye, li hember her êrîşeke ku li Iraqê li dijî berjewendiyên wan were kirin, ew dê Îranê berpirs bizanin.

Piştî ku hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dest bi ser Kerkûk û Xurmato de girt, bi hezaran kes ji van herêman koçber bûn. Koçber dibêjin, ji ber binpêkirinên Heşda Şeibî û nebûna hêzekî pêbawer ku wan biparêze, ew nikarin vegerin malên xwe.

Hinek ji wan koçberan diyar dikin, hebûna hêzên amerîkî yan jî hêzeke din ê navdewletî, dikare bibe sedem da ku bikarin vegerin cihê xwe. (rudaw)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.