1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Ji Goran û YNKê bo referandumê daxuyaniyek girîng
Ji Goran û YNKê bo referandumê daxuyaniyek girîng

Ji Goran û YNKê bo referandumê daxuyaniyek girîng

Li gorî daxuyaniya endamê YNKê Mela Bextiyar û endamê Goranê Nizar Mehmûd parlamenterên ku duhî tevlî kampanyaya ‘Nexêr' bûne ne ne nûnerên me yên partiyê ne.

A+A-

Duhî 2 parlamenterên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran beşdarî konferanseke li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ya bi navê "Kampanya Nexêr" bûn. YNK û Goran dibêjin, ew kesên beşdarî vê kampanyê bûne, ne nûnerên wan ên partiyê ne.

 

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar di axaftina xwe de ragihand ku beşdarbûna parlamenterê YNKê ya di nava konferanseke li dijî referandumê de wekî li dij derketina biryara YNKê binav kir û got: "Helwesta me, helwesta Civata Serkirdetiya YNKê ye ku hatiye ragihandin. Em li gel referanduma û serxwebûna Kurdistanê ne."

Tevgera Goran heta niha tevlî Komîteya Bilin a Referandumê nebûye, lê li dijî referandumê jî derneketiye. Endamê Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran Nizar Mehmûd jî di axaftina xwe de got: "Parlamenterê me Rabûn Mehmûd li ser navê xwe beşdarî konferansê bûye û nêrîna Goran ne li bi vî awayî ye. Tevgera Goran ew neşandiye û negotiye here beşdarî kampanyayeke wiha bibe. Ji ber ku eger Goran bixwaze kampanyayeke nexêr çêbike, bi eşkere dike û şerm jî nake."

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.