1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Ji NATOyê daxuyanî li ser pêşmerge
Ji NATOyê daxuyanî li ser pêşmerge

Ji NATOyê daxuyanî li ser pêşmerge

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, ku NATO di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de cîh dihre û endamên NATOyê jî di vê çarçoveyê de dê rahênanên xwe yên ji bo hêzên pêşmerge berdewam bikin.

A+A-

Wezîrên berevaniyê yên 29 welatên endamên NATOyê li paytexta Belçîka Brûkselê civîneke 2 rojî saz kirin. Di civînê de parastina yekrêziya di navbera endamên NATO ya li hember gefên Rûsyayê hatine gotûbêjkirin.

 

Herwiha mijarên weke gefên DAIŞê û rewşa Sûriye, Iraq, Efganîstan û çendîn welatên din ên cîhanê jî hatine rojevê.

 

Li ser pirseke Rûdawê ya derbare piştevaniya NATOyê ya ji bo hêzên pêşmerge, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got: “NATO endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye. Hemû endamên NATOyê rasterast piştgirî didin endamên vê hevpeymaniyê û herwiha didin Iraqê jî. Tişta giring ew e, ku ew serkeftinên li dijî DAIŞê hatine bidestxistin, werin parastin. Herwiha piştrast bin, ku DAIŞ êdî nikare vegere. Hejmarek welatên endamên NATOyê rahênana pêşmerge dikin. Wan endaman eşkere kirine, ku dê rahênanên xwe berdewam bikin. Lewma, endamên NATO û Hevpeymaniya Navdewletî jîd ê bi berdewamî rahênanê bidin hêzên pêşmerge û hikûmeta Iraqê.”

 

Herwiha, li ser pirsa Rûdawê ya, “Kongreya Amerîkayê ceza bi ser çend grûbên Heşda Şeibî de sepandiye. Yek ji wan grûban jî Esaîbî Ehlî Heq e, ku di hilbijartinên dawîn de 15 kursî bidest xistin. Gelo niha Amerîka dê çawa reftarê li gel van grûban bike?” Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê James Matis jî wiha bersiv da:

 

“Hûn dikarin hilbijartinên 2014ê bînin ber çavên xwe ka çi çêbû. DAIŞê êrîş kir bire ser bajarên Iraqê û piraniya wan kontrol kir. Wê demê kî dikarî hizir bike ka em ê behsa hilbijartinên Iraqê bikin. Niha artêşa Iraqê bi hevkariya mezin a Hevpeymaniya Navdewletî, bi awayeke fîzîkî DAIŞ têk bir û di encamê de karîn îro van hilbijartinan bikin. Em reftarê li gel wê tiştê dikin ku gelê Iraqê reftarê ligel dike, em li gel wan kesan jî didin distînin ku dê hikûmetê pêk bînin. Em weke welateke xwedan serwer bi Iraqê re didin distînin. Pêwîste ew welatên li ser daxwaza xelk û hikûmeta Iraqê ne li wir in, ji wir derbikevin. Em weke NATO tenê dema hikûmeta Iraqê bangî me bike em li wir in. Lewma divê em hinek dem bidin wan da ku hikûmeta nû ava bikin. Wê demê weke hevpeyman em dikarin ligel wan kar bikin.”

Biryare rojên 11 û 12ê Tîrmeha îsal jî civîna lûtke ya welatên endamên NATOyê li Belçîka birêve biçe.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.