1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Ji NY yê daxuyaniya Efrînê: Gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin
Ji NY yê daxuyaniya Efrînê: Gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin

Ji NY yê daxuyaniya Efrînê: Gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin

Komiserê Bilind ê Mafê Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad El Huseyîn ragihand ku li Efrînê gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

A+A-

El Huseyin rewşa xerab a Efrînê bi bîr xist û got, hîn zêdetirî 50 hezar sivîl li navenda Efrînê dijîn.

 

'JI BER ÊRÎŞAN GELEK KES HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRIN'

Rayedarê NYyêderbarê operasyona dijî Efrînê de got, "Li Efrîna ku rojek berê ji aliyê hêzên tirk ve hatiye kontrolkirin, bi êrîşên hewayî, operasyonên bejahî û teqemeniyan gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Bi hezaran kes jî hatin koçberkirin."

'NEXWEŞXANE GIRTÎ YE, AVA VEXWARINÊ NÎNE'

Komiserê NYyê ragihand, "Li gor zanyariyên tîma me, tekane nexweşxaneya bajarê ku niha 50 hezar kes lê dimînin ji ber ziyana şer girtî ye. Herwiha li bajêr ava vexwarinê jî pir kêm e."(sputnik)

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.