1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Ji parêzeran piştgirî bo TTB ê: Ji şer re na, aştî aniha!
Ji parêzeran piştgirî bo TTB ê: Ji şer re na, aştî aniha!

Ji parêzeran piştgirî bo TTB ê: Ji şer re na, aştî aniha!

510 parêzerên ji gelek bajarên Tirkiyê piştgirî dan daxuyaniya Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê (TTB) ku li dijî şerê Efrînê derketibû û gotin, divê hemû dijberên şer demildest bên berdan.

A+A-

Parêzeran di danezana xwe ya ku ji îmzeyan re vekirine de, ragihandin ku girtin û binçavkirina kesên li dijî şer derdikevin, li dijî destûrê û peymanên navnetewî ye.

 

‘EM WEK PARÊZER HIŞYARIYÊ DIDIN'

Di daxuyaniya ku bi sernavê ‘Em wek parêzer hişyariyê didin' de, şer wekî binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan hat ravekirin û hat diyarkirin ku ligel rûxanê hesta edaletê jî têk dibe.

'BERSIVA ŞER JIYANEKE DADWERÎ, WEKHEVÎ Û AŞTIYANE YE'

Parêzeran destnîşan kir ku wan ji bo parastina mafên mirovan sond xwariye û ew vê wek erka xwe ya yekemîn dibînin û dibêjin, "Rêya bergiriya bi şer re, avakirina jiyaneke bi edalet, wekhevî, demokratî û aştiyane ye."

 

Daxuyaniya parêzerên Tirkiyê bi bangewaziya ''Ji şer re na, aştî aniha" bi dawî dibe û ji bo kesên îmzeyê bidin wê daxuyaniyê jî ev maîla '[email protected]' hatiye danîn.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.