1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Ji Pentagonê daxuyaniya vekişandina Minbicê
Ji Pentagonê daxuyaniya vekişandina Minbicê

Ji Pentagonê daxuyaniya vekişandina Minbicê

Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon ji bo vekişandina hêzên amerîkî ji Minbicê got: "Ti planeke me ku em ji Mibicê vekişin tineye."

A+A-

Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon bersive pirsên Cansu Çamlibela rojnameya Hurriyetê dan. Pahon got: "Ti planeke me ku em ji Mibicê vekişin tineye û ji bo bi hêzên tirk re neqewime hevdîtinên me didomin."

 

Eric Pahon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin tirk ji Efrînê derbasî Minbicê nebin. Di vê mijarê de bi rastî jî em bi endîşe ne. Ji bo ku dibe şerê dijî DAIŞê qels bike. Ev dê hemû xebata me berhewa bike. Em metirsiyên Tirkiyeyê fêhm dikin."

Pahon di dirêjiya axaftina xwe de bersiva pirsa ‘gelo hûnê ji Minbicê vekişin eger Tirkiye êrişî HSDê bike hûnê çi bikin? da û got: "Di plana me de vekişandina ji Minbicê tineye. Tirkiye endamê NATOye û ji salên 1950î ve ti şerekî me çênebûye. Em hêvî dikin ev wiha dewam bike. Hikûmetên me di her astê de di nava pêwendiyê de ne."

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.