1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. Jina moskowî Qurana ji serdema sedsala 16emîn mabû bexşî camiye kir
Jina moskowî Qurana ji serdema sedsala 16emîn mabû bexşî camiye kir

Jina moskowî Qurana ji serdema sedsala 16emîn mabû bexşî camiye kir

Jina moskowî bi navê Anaşka Hacimuradova li Londrayê Qurana ku ji serdema 16emîn mabû û 800 hezar dolar pere dianî bexşî camiye kir.

A+A-

Jina moskowî bi navê Anaşka Hacimuradova piştî mirina bavpîrê xwe di nava amurên kevnare de Quranake ji serdema 16emîn mabû dît. Anaşka Hacimuradova piştî dîtina Quranê biryar da ku bifiroşe û ji bo ku buhayê wê tespît bike ji ekspertîzê derbas kir.

Hacimuradov piştî ekspertîzê di axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Li gorî pisporan Qurana pîroz ji serdema 16emîn maye û ev ji terefê wan ve jî hat serastkirin. Heta di nava wê de lîsteyeke ku kê teslîmî kî kiriye heye. Li Londrayê pêşî ji bo Quranê 12 milyon ruble dan lê paşî ev reqem hildan hetanî 45 milyon rubleyi (800 hezar dolar.

‘BI PEREYAN BEXTEWARÎ ÇÊNABE'

Jina moskowî di berdewamiya axaftina xwe ragihand ku hemû pêşniyarê firotinê red kirine û biryar daye ku bexşîne camiye. Hacimuradova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mirov nikare bi pereyan bextewariyê ava bike, me nêrîna xwe guherand û biryar da ku bexşînin camiye. Ez dikarim herdem herim camiyê wê bibînim û şanî zarok û xizmên xwe bidim. Quran bi xeta destan li Sûriyeyê hatiye nivîsandin û pir bi hêsanî tê xwendin." (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.