1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Karsazê Kurd ket lîsteya 'Pêşengan' a Kovara TIME
Karsazê Kurd ket lîsteya 'Pêşengan' a Kovara TIME

Karsazê Kurd ket lîsteya 'Pêşengan' a Kovara TIME

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ku ji Tirkiyê çûye li Amerîkayê bi cî bûye, di lîsteya kesên herî bibandor ên cîhanê ya kovara TIMEyê de cî stand.

A+A-

Xwedî û CEOyê kompaniya mastên Chobanî Hamdî Ulukaya ku di sala 1994an de ji bajarê Erzîncanê çûye Amerîkayê wek yek ji kesê herî bi bandor ê cîhanê hat nîşandan.

 

Ulukaya di beşa ‘Pêşengan' a lîsteya 100 kesên herî bibandor a 2017an a TIME de cî girt.

Li ser hilbijartina Hamdî Ulukaya di nav lîsteyê de, Dîrektora Karîgeriyê ya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Kenneth Roth di kovarê de gotarek nîvîsand.

'ULUKAYA DEWLEMENDIYA XWE BI KARKERAN RE PARVE DIKE'

Roth wiha got: "Hamdî Ulukaya, dijminên biyaniyan mehcûp dike. Li demeke ku hin kes dibêjin, koçber karên wan ji destê wan distînin CEOyê Chobanîyê kurdekî di sala 1994an de ji Tirkiyê hatiye, îstihdamê çêdike. Ulukaya fabrîqeyeke ku hatibû girtin, vegerande kompaniyeke berhemdar a mast. Û niha ev şirket li gelek herêmên bêkarî li wan zêde ye, ji gelek kesan re kar dabîn dike. Heta bi dayîna parên xwe yên kompaniyê bi karkeran re dewlemendiya xwe jî parve dike."

Roth gotara xwe wiha domand: "Hamdî, mînaka zindî ya ‘Xewna Amerîkayê' ye: Wî nîşan daye ku yên bi aqil û xîretê werin Amerîkayê dikarin biser bikevin û tevî xwe kesên din jî bixwe re bilind bikin."

Hêjayî bîrxistinê ye Ulukaya bi xebitandina hejmarek mezin a penaberan jî tê naskirin.

Lîsteya 100an a TIME ev 14 sal in tê amadekirin ku di nav de, beşên Pêşengan, Tîtanan, Hunermendan, Lîderan û Îkonan cî digirin. Hamdî Ulukaya jî di beşa ‘Pêşengan' de cî girt.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.