1. HABERLER

  2. EKONOMİ

  3. Kesê herî dewlemend yê dinyayê guhêrî
Kesê herî dewlemend yê dinyayê guhêrî

Kesê herî dewlemend yê dinyayê guhêrî

Li gor lîsteya ‘hemdemî ya milyardarên dinyayê’ ya Kovara Forbesê, damezirînerê e-bazirganî Amazonê Jeff Bezos, wek dewlemendê cîhanê ket rêza yekemîn.

A+A-

Serwetê Bezosê 53 salî bi vebûna borsaya New Yorkê re gihîşt 90.2 milyar dolaran.

Herwiha di heman rojê de parên Amazonê ku di borseya New Yorkê de xebitîn jî ji sedî 1.6 zêde bûn û maldariya Bezos a safî 900 milyon dolarên din zêde bû.

Damezirînerê Microsoftê Bill Gatesê 61 salî piştî demeke dirêj bi maldariya xwe ya safî ya 90 milyar dolaran ket rêza duyemîn.

Karsazê Îspanî û xwediyê Zarayê Amacio Ortega bi 83.1 milyar dolaran di lîsteyê de bû sêyemîn, veberhênarê Amerîkî Warren Buffett bi 74.4 milyar dolaran bû çaremîn û xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg jî bi maldariya safî ya 72.3 milyar dolaran bû pêncemîn dewlemendê cîhanê. (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.