1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê
Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê

Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de dîsa nêrîna xwe ku berê jî çend caran gotibû ‘nekevin nava Efrînê' anî ziman.

A+A-

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de dîsa nêrîna xwe ku berê jî çend caran gotibû ‘nekevin nava Efrînê' anî ziman. Kiliçardaroglu got: "Hejmara şêniyên Efrînê nêzîkî 500 hezar e û hûnê çima têkevin bajêr? Hûnê çawa endamên rêxistin û sivîlan ji he cuda bikin?"

 

Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya Îpek Ozbeya rojnameya Hurriyetê de got: "Wek operasyona Mertalê Firatê me piştgirî da operasyona Efrînê jî. Ji bo em naxwazin rêxistin li sînorê me bi cih bibe. Em mecbur in sînorên xwe têxin ewlehiyê. Lê ketina nava Efrînê tiştekî din e. Hûnê çima têkevin nava bajarekî ku hejmara şêniyên wê 500 hezar e? Hûnê çawa endamên rêxistin û sivîlan ji hev veqetînin?

Kiliçdaroglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Rojhilata Navîn Rûsya, Amerîka, Îran û Tirkiye heye. Ma pêşiya terorê hat girtin? Na. Ez ê ewlehiya xwe bigrim. Ti wezîfeyeke Tirkiyeyê ku terora li Sûriyeyê biqedîne tineye. Heyata leşkerên min hew çend ne erzan e. Wê demê bila çelan bide sûriyeyiyan û wan perwerde bike û bigihîne. 3-4 milyon sûriyeyî li Tirkiyeyê ne, ev ên sibehê hetanî êvarî li cafeyan nargîleyan vexwûn û kêfa xwe bikin, lê leşkerê me jî wê axa wan biparêze. Eger têkevin Efrînê ewdêr wê bibe gola xwînê."

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.