1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Kolombiyayê dewleta Filistînê nas kir
Kolombiyayê dewleta Filistînê nas kir

Kolombiyayê dewleta Filistînê nas kir

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Teysîr Ceradat ragihand ku Kolombiyayê dewleta Filistînê nas kir.

A+A-

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Teysîr Ceradat ragihand ku Kolombiyayê dewleta Filistînê nas kir.

Ceradatê ku ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir ku Serokê berê yê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos beriya ku maweya peywira wî bi dawî bibe, nameyek pêşkêşî Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Riyad el-Malikî kir ku tê da biryara naskirina dewleta Filistînê dihat ragihandin.

Ceradat got ku Malikî bi xwe ligel Santos rûnişt û herwiha di vê kombûnê da biryara naskirinê jê ra hat teblîxkirin.

Ceradat pesnê biryara Kolombiyayê da û got ku ev yek, serketina dîplomasiya Filistînê ye.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Derva ya Filistînê, 139 dewlet bi awayekî fermî Filistînê nas dikin.

Ivan Duque ku piştî Juan Manuel Santos wekî Serokê Dewletê hatibû hilbijartin, duh sond xwaribû û dest bi kar kiribû.

 

 

AA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.