1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Kongreya HDPê Peyama Demîrtaş: Têkoşîna me dê bidome
Kongreya HDPê Peyama Demîrtaş: Têkoşîna me dê bidome

Kongreya HDPê Peyama Demîrtaş: Têkoşîna me dê bidome

Hevserokê Partiya Demokratîk Selahattin Demîrtaş di peyama xwe ji bo kongreya HDPê de got: “Hezar girtîgehan çêkin û cihê me li girtîgehan nemîne jî dîsa têkoşîn dê bidome.”

A+A-

Bi hezaran beşdarên 3yemîm Kongreya Asayî ya HDPê  li Salona Arenaya Wezîşê ya Enqere dest pê kir. Di kongreyê de ligel hevserokatiyê ji bo meclisa partiyê jî ku ji 100 kesan pêk tê, dê hilbijartin bê kirin.

 

Biryar e di kongreyê de Parlamenterê HDPê yê Stembolê Sezaî Temellî û Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan wek hevserokên nû bên hilbijartin.

 

Parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirrî Surreyya Onder û Parlamentera Edanayê Meral Daniş Beştaş ji bo Hevserokatiya Dîwana Kongreyê hatin hilbijartin.

 

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji 4ê  Mijdara 2016an ve ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatiye girtin, ji Girtîgeha Edirneyê peyamek ji kongreya HDPê re şand. Peyama Demîrtaş ji aliyê Sirrî Surreyya Onder ve hat xwendin.

 

Selahattin Demirtaş di peyama xwe de diyar dike ku Tirkiyê niha  krîzek kûr û aborî derbas dike û wiha dibêje: “Kongreya me di demekê de pêk te ku pirsgirêkên mezin li ser hev kom bûne. Kongre di vê pêvajoyê de dibe hêvî, û baweriyek nû. Bila kongreya ne hu niha pîroz be. 15 meh in bi hezaran rehevalên em dîl hatin girtin û avêtin zindanê. Her çend em biha le li keleka we bin jî bila her kes baş zanibe dilê me bi germahiya kongreyê hildibe.”

 

Di berdewamiya peyama Demîrtaş de wiha hat gotin: “Bi vê kongreyê em peywira hevserokatiyê dewrî hevalên xwe yê nû dikin. Ezê dîsa jî tevî kêmasî û nebesiyên xwe hewl bidim ku bi ezmûna û hêza xwe bibim piştgirî.”

 

Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Tirkiyê hezar girtîgehên nû çêkin jî û cih li girtîgehan nemîne jî dê têkoşîna berdewam bikin û wiha pê de çû: “Rêveberên HDPê yên nû divê bi hevî, wêrekî têbikoşin. Em dê li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê heta dawî tekoşîna aştiyê biparêzin. HDP partiya Tirkiyê ye. HDP çiqas partiya Kurdên bindest be, ew qas partiya tTrkên bindest e jî. Bêyî cudahiya nijad, nasname, baweriyan bike em têdikoşin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.