1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Koreya Bakur biryar da ku ceribandinên moşekan rawestîne
Koreya Bakur biryar da ku ceribandinên moşekan rawestîne

Koreya Bakur biryar da ku ceribandinên moşekan rawestîne

Bi pêşketina hewldanên aşitiyê yên li nîvgrava Koreyê serokê Koreya Bakur Kim Jong-un daxuyand ku êdî hewceyî ni ceribandinên moşekên nukleerî nake û biryara rawestandinê ya ji bo moşekên nukleerî da.

A+A-

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Koreya Bakur, KCNAyê serokê Koreya Bakur Kim Jong-un daxuyand ku êdî pêwistî bi ceribandina moşekên nukleerî tune ye. Li gorî vê yekê Koreya Bakur ji 21ê Nîsanê şûnde dawî li ceribandinên nukleerî anî.

Kim ji bo nîşaneya sozdayînê ya ceribandinên moşekê ji daxuyand ku ew ê qada ceribandinên nukleerî ya Punggye-ri bigire. Ji aliyê din ve erokê Koreya Bakur ragihand ku ji bo kêmkirna aloziya li herêmê ew beşdarî hewldanên navdewletî bibin.

Biryar di civîna Partiya Karkeran a Koreyê de hat girtin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.