1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Kurd ji bo bigihin deryaya Spî li ser gelek têlan dilîzin
Kurd ji bo bigihin deryaya Spî li ser gelek têlan dilîzin

Kurd ji bo bigihin deryaya Spî li ser gelek têlan dilîzin

Hevpeymaniyeke seyr li bakurê Sûriyê dirust bûye, ku kariye nexşeya wê navçeyê biguhêre û Kurd jî yek ji mehwerên wê hevpeymaniyê ye û sûdemendê sereke ye.

A+A-

Li gor zanyariyên rojnameya “Nizavisimaya” a Rûsyayê, Kurd li ser hemû têlan dilîzin, pêwendiya hevsengî ligel Amerîka û Rûsyayê ava kirine, di demekê de ku ew her du hêz, hêzên mezin û rikaber in li navçê.

Di wê çarçova de, Peyvdarê Pentagonê Eric Bahon red kir li ser aramî û aştiya navçeya rojhilatê parêzgeha Dêre Zorê biaxive, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka û bi beşdariya Rûsyayê kontrol bikin.

Lê got: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî serokatiya proseya sereke ya leşkerî li dijî DAIŞê lê wê navçê dikin, ne rêjîma Esed û Rûsya. Herwiha ew di riya piştevanîkirina li hêzên navxweyî di wê operasyonê de berdewam dibin.

Wek Pentagon dibêje, rola tevgera Amerîka ya girîng hebû, ta Mosko û Şamê karibûn Dêra Zorê kontrol bikin, ku navçeyeke bi petrolê dewlemend e.

Li hemberê endamê Komîta Birêvebirina operasyona navçeyên rojhilatê çemê Ferêt Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd dibêje, li gor wê komîtê, parêzgeha Dêra Zorê beşeke danebirw e ji Sûriyê.

Di vê dawiyê de jî, Nûrî Mehmûd û bi amade bûna Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm Generalê Rûsî Alex Kim rola Rûsyayê û artêşa wê ji bo armanckirina pêgehên DAIŞê li rojavayê çemê Ferêt jî bilind nirxand, ku bû sedema jinavçûna bilez a DAIŞê.

Herwiha amaje bi wê jî kir, ew amade ne odeyekê ji bo operasyonên hevbeş di navbera hêzên Rûsî, YPG û eşîreyên Ereb de damezrînin, ji bo berdewamkirina wê operasyonê li bakurê çemê Ferêt.

Li gor raporta wê rojnameya Rûsî, berê şervanên Kurd di bin ala Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka li navçeya rojhilata çemê Ferêt şer dikirin, lê pê de diçe Kurd li jêr fermandariya Rûsyayê jî li dijî çekdarên DAIŞê bicengin.

Peyvdarê berê yê HSDê Telal Silo piştî ji HSDê veqetiya û xwe radestî Tirkiyê kir eşkere kir, HSD dixwest xwe bigihîne Derya Sipî, berî şerê Dêra Zorê, Amerîkiyan soz dan HSD û gotin: "Ger hûn Dêra Zorê kontrol bikin, emê korîdorekê heya Derya Sipî ji we re vekin û ev yek wê gelekî ji we re baş be, bi taybet ji bo firotina petrolê."

Herwiha got, heger Dêre Zor di destê Rûsyan de bimîne, pilaneke Amerîka ya din dibe, lê di hemû rewşan de, Amerîka hewl dide ji bo demeke dirêj li Rojhilata Navîn bimîne.

Li hemberê jî, nexşe û plana Rûsyayê jî heye, ku roja 5 Berçile Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev got, Rûsya rêkeftinek ji bo berferehkirina geşta deryayî li bendera Tertûsê îmze kiribû. (k24)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.