
Kurdek li ser sînorê Îran û Tirkiyê hat kuştin û 2 jî birîndar in
Êvara îro 24ê Gulanê û di yekemîn roja cejna Remezanê de, hêzên Îranê li ser sînorê Umriyê gulle berdane kolberên Kurd û di encamê de kuştî û birîndar hene.
A+A-
Li gorî zanyariyên Rûdawê, îşev li navçeya navçeya Soma u Biradost a Urmiyê, hêzên Îranê êrîşî karwaneke kolberên gundê Koranê ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, kirin û teqe li wan kirin.
Di encama teqeya hêzên Îranê de kolberekî Kurd di cih de canê xwe ji dest daye û kuştin û 2 kolberên din jî birîndar bûne.
Her 3 kolberên xelkê gundê Koranê ne û ji malbatekê ne.
Kolberê ku hatiye kuştin, navê wî Erselan Ehmedî ye, û du kolberên din jî ku birîdnar bûne, bi navê Toran Ehmedî û Ridvan Ehmedî ne ku birayên hev in.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.