1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. Kurdên Libnanê hejartirîn neteweya Libnanê ne
Kurdên Libnanê hejartirîn neteweya Libnanê ne

Kurdên Libnanê hejartirîn neteweya Libnanê ne

(Komeleya Kurdên Beyrûtê) yek ji kevntirîn komeleyên Libnanê ye ku sala 1963an hate damezrandin. Mihemed Mella, yek ji endamên desteya damezrîner a vê komeleyê ye. Temenê wî 3 sal bû gava ji Bakurê Kurdistanê koç kire Libnanê

A+A-

Ji 10 neteweyan bêtir li Beyrûtê niştecih in. Yek ji wan neteweyan neteweya Kurd e. Li gor amarên nefermî, niha bêtirî 70 hezar Kurdên Libnanê hene. Bêtirî 50 hezarî ji wan li peytaxta Libnanê bajarê Beyrûtê dijîn. Hejmara wan di salên 70yî yên sedsala borî de pir ji niha zêdetir bû.

Dîroka niştecihbûna Kurdan li Libnanê vedigere berî zêdetirî 800 salan. Koça yekem a Kurdan ji bo Libnanê di serdema Selahedînê Eyûbî de bû. Lê îro Kurd di warê siyasî û aborî de windatirîn neteweya Libnanê ne.

Dîtina Kurdên Beyrûtê ne zehmet e. Lê zehmet e tu bikarî wan razî bikî ji medyayê re bipeyivin. Sedem jî ew e ku pir hatine çewisandin û bi ti awayî dewleta Libnanê alîkariya vejandina ziman û çanda wan nekiriye.

Sultane Ehmed yek ji wan Kudan e ku ji zarokatiya xwe çûye Libnanê. Gava malbata wê ji Bakurê Kurdistanê çûye Libnanê, temenê wê 6 sal bû. Li Beyrûtê jiyana hevjîniyê pêk anî. Kurdistan, Nesrîn û Rojîn navên her sê keçên wê ne. Keçên wê û kurê wê bi şêwezara Kurmanciya Jorîn dipeyivin, lê zarokên wan bi dijwarî dikarin ji Kurdî fam bikin. Gava dipeyivin, dilê wan tije gilî û gazinc e li ser bêkesî û nebûna pişt û penaya wan mîna Kurdên Libnanê.

Kurdên Libnanê hejartirîn neteweya Libnanê ne. Piraniya wan berdestên kesên din in an xwediyên karên pir biçûk in. Tew zarokên wan dikarin heta kêmtirîn pileya zanistî bixwînin. Hisên karê qehwesaziyê dike, lê ji ber Korona û teqîna Bendera Beyrûtê ew karê xwe jî ji dest da.

Beşekî din ji Kurdên Libnanê di dawiyên Împeratoriya Osmanî û destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de, piştî komkujiyên Tirkiyê li hember Kurdan ber bi Libnanê ve koç kirin.

(Komeleya Kurdên Beyrûtê) yek ji kevntirîn komeleyên Libnanê ye ku sala 1963an hate damezrandin. Mihemed Mella, yek ji endamên desteya damezrîner a vê komeleyê ye. Temenê wî 3 sal bû gava ji Bakurê Kurdistanê koç kire Libnanê.

Komeleya Kurdên Beyrûtê dibêje ti piştgiriyeke wê ya darayî nîne û ji dahata xwe budceya komeleyê peyda dike û hevkariya kesên hejar dike. Ji ber ku dewlet mafê xwendina bi Kurdî nade zarokên wan û giringiyê nade zimanê Kurdî, komeleya wan kursên fêrkirina zimanê Kurdî vedike.

Teqîna Bendera Beyrûtê, ew komeleya Kurdî jî bêpar nekir û beşekî zêde ji avahiya wê wêran kir.

Bêtirî 300 hezar Kurdên Libnanê di dawiyên sala 1970yî bi şûn de ji ber aloziyên Libnanê, şerê navxwe yê Libnanê û xerabiya rewşa aborî ber bi Ewropa û Amerîkayê ve koç kirin. Her çiqasî niha bêtirî ji % 90ê Kurdên Libnanê xwedî welatînameya Libnanî ne jî, lê Kurdbûna wan bi temamî di warê nûnertîkirina siyasî de hatiye piştguhkirin.

Ew li ser Suniyan tên hejmartin û bêtir ji 25 hezar dengên wan ji Suniyan re diçin. Lê dîsa ew ne xwendiyên kursiyekî perleman û encûmenan in, bi ser de jî di pergala mezhebî ya Libnanê de wek fermanberên asayî jî nayên damezrandin.

Zuqaq Belat, Xendeq Xemîq, Kerntîn û Bîr Hesen û bêtir ji 10 taxên din li Libnanê bêtirîn hejmara Kurdan li wan dijîn. Ew dibêjin Îran pişta Şîeyan e. Welatên Kendavê piştevaniya Suniyan dikin. Pişta Xirîstiyan û netewe û mezhebên din bi welatên Rojavayî germ e. Tekane neteweya ku ji bilî bêparkirina wan ji mafên wan ên herî seretayî, Kurd in ku wek bêkestirîn neteweya Libnanê mane.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.