1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Lêpirsîna sîxuriyê derheqê Tirkiyeyê de
Lêpirsîna sîxuriyê derheqê Tirkiyeyê de

Lêpirsîna sîxuriyê derheqê Tirkiyeyê de

Hikûmeta Almanyayê bi îdîaya ji terefê Tirkiyeyê ve ku li ser axa wê kare sîxuriyê tê kirin lêpirsîneke din vekir, lê navê saziya ku derheqê wê de lêpirsîn hatiye vekirin nehat eşkerekirin.

A+A-

Berdevkê meqamê dozgeriya federal a Almanyayê (GBA) di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de ragihand ku bi gumana sîxuriyê derheqê saziyeke ku navê wê nayê gotin de me lêpirsîn da destpêkirin. Berdevkê dozgeriyê pirsên rojnamevanan a ‘saziya ku derheqê wê de lêpirsîn hatiye vekirin Rêxistina Îstîxbarata Milî (MÎT) e an bêbersiv hiştin.

‘EV LÊPIRSÎN JI YA ÎMAMÊ SÎXUR CUDA YE'

Berdevkê dozgeriyê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev lêpirsîn ji ya îmamên sîxur ku derheqê endamên Fethullah Gulen de xebatên sîxurî dimeşandin cuda tê birêvebirin."

Herwiha Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Thomas Maiziere jî di daxuyaniya xwe duhî de gotibû ‘ me çend caran derbarê van xebatan de ji Tirkiyeyê re got nayê qebûlkirin. Hûn ji bo Gulen çi difkirin bifikirin, lê li wir qanûnên Almanyayê derbas dibin û welatekî biyanî nikarin li ser hemwelatiyên alman kare sîxurî bimeşîne.'

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.