1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li 3 bajarên Ewropayê ji bo Efrînê çalakiyên piştgiriyê
Li 3 bajarên Ewropayê ji bo Efrînê çalakiyên piştgiriyê

Li 3 bajarên Ewropayê ji bo Efrînê çalakiyên piştgiriyê

Li paytextên herdu welatên Fransa û Brîtanya û herwiha li bajarê Dusseldorf a Almanyayê xwepêşandan li dijî êrişênTirkiyê û grûpên çekdarên opozisyona Sûriyê bo ser Efrînê birêve çûn.

A+A-

Li London a paytexta Brîtanyayê xwepêşandanê li hêleke tirênan dest pê kir û xelkê têde dilgiraniya xwe di derbarê rewşa Efrînê de nîşan dan. Xwepêaşnderan piştî ku derbasî stasiyoneke Metroyê bûn, xwe avêtin ser rêya asinî ya trenan û rêya hatinûçûna trenan daxistin.

 

Ji bo bi dawî anîna xwepêşandanê polîsê Londonê  hejmareke zêde ji hêzên xwe ber bi wê stasiyonê ve şand.

 

Li Parîsê jî bi sedan kes daketin kolanan û slogan li dijî Hikûmeta Tirkiyê avêtin.

 

Herwiha hejmarek ji kurdistaniyên bajarê Dusseldorf a Almanyayê jî ji bo şermezarkirina operasyona li ser Efrînê li pêşiya firokexaneya wî bajarî kom bûn û siloganan ji bo piştgîrîkirina Efrînê gotin.

 

Xwepêşander an xwestin, ku bi riya vê çalakiyê bala her kesî bikşînin ser bajarê Efrînê.

 

Ev çend rojin ku li çend bajarên Ewropayê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî operasyona Tirkiyê têne kirin û têde daxwaz ji civaka navdewletî tê kirin, ku êrîşa li ser Efrînê were rawestandin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên hin grûpên Artêşa Azad a Sûriyê ku Enqere piştgiriya wan dike, ji roja 20ê Çileya îsal ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin, ku îro êrişên wan bo ser Efrînê derbasî roja 52an bû.

 

Artêşa Tirkiyê ragihandiye, hêzên wan heta niha 5 bajarok û 148 gundên herêma Efrînê ji destê şervanên YPG/HSDê derxistine û xistine bin kontrola xwe.

 

Herwiha hêzên ser bi Tirkiyê ve piştî ku di 4 rojên bihorî de li her du eniyên Cindirês û Şera pêşketinên berçav bidest xistin û gelek gund kontrol kirin, nêzîkî navenda bajarê Efrînê bûne û li hin ciyan tenê di navbera 2 heta 3 kîlometran ji bajarê Efrînê dûr in.

 

Ji ber berdewamiya êrişên Tirkiyê û bombebaran û topbarana bêrawestan a herêmê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, rewşa mirovî li herêma Efrînê û bi taybet li navenda bajarê Efrînê gelek xirab bûye.

 

Her di vê bareyê de Rewangeha Sûrî ya bo Çavdêrîkirina Mafên Mirovan ragihandiye, ku xetera mirinê li ser nîv milyon nifûsa Efrînê heye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.