1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li 8 navendên din ên Başûr gel piştgirî da Efrînê
Li 8 navendên din ên Başûr gel piştgirî da Efrînê

Li 8 navendên din ên Başûr gel piştgirî da Efrînê

Li 8 navendên din ên Başûrê Kurdistanê gel ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê daketin dakan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

A+A-

Li Başûrê Kurdistanê îro gel ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê dakete qadan. Bi giştî li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Qeladiz, Ranya, Kelar, Teqteq, Seyiqsadik, Koyê, Çemçemal, Kifrê ji bo piştgiriya Efrînê çalakî pêk hatin.

 

Seyidsadiq

 

Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê bi pêşengtiya Meclîsa Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ya Seyidsadiq û Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) meşek ji bo piştgiriya Efrînê pêk hat. Meşê ji Deriyê Seyidsadiq destpê kir û heya nava bazarê berdewam kir.

 

Di dawiya meşê de axaftin hatin kirin, Hevserokê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê yê herêm Şarezûr axivî û li ser navê Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyanî hatin dayîn.  Di axaftin û daxuyaniyan de bal kişandin li ser yekîtiya neteweyî ji bo parastina Efrînê.

 

 

Qeladizê

 

Li navçeya Qeladizê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê meşek pêk hat. Meşê ji Baxê Giştî destpê kir û heya Baxê Pîremêrd berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên 'Bijî berxwedana Efrînê' û 'Bi can û xwîn em gel te ne Efrîn' hatin qêrîn.

 

Her wiha li ser navê Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer axaftin hatin kirin. Bang li gelê Kurd hate kirin ku ji bo xwedîderketina Efrînê derkevin qadan.

 

 

Çemçemal

 

Ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer meşek pêk hat. Meşê li ber Serokatiya Zanîngehê Çermo destpê kir û li nava bazarê bi dawî bû.

 

Di dawiya meşê de li ser navê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniya hevbeş hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku her kes ji bo piştgiriya Efrînê dest bi çalakiyan bikin.

 

 

 

 

Teqteq

 

Li Parka Namiq a  bajarokê Teqteq ê Koye yê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de, Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser tevahiya Kurdistanê ye û ji bo piştgiriya Efrînê bang hate kirin.

 

 

 

Kelar

 

Li navçeya Kelar a Germiyan jî li ber Dibistana Şehîd Aram gel kom bûn û li wir dest bi meşê kirin û heya nava bazara Kelarê meşiyan. Meş di bin pêşengtiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê de pêk hat.

 

Di dawiya meşê de li ser navê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Hate gotin ku êrîşên li ser Efrînê li ser tevahiya gelê Kurd e û pêwîste weke Kobanê tevahiya gelê Kurd bi yek helwestê li dijî van êrîşan rawestin.

 

 

Ranya

 

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşengtiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê li nava bazarê meşek pêk hat. Di meşê de dirûşmeyên, 'Em heya dawiyê li gel te ne Efrîn', 'Birûxe Tirkiyeya faşîst' û 'Bijî berxwedana Efrînê' hatin gotin. Gelê Ranya piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re dubare kir.

 

 

Kifrê

 

Li bajarokê Kifrê ya Kelar jî ji bo piştgiriya Efrînê çalakiyek pêk. Bi dehan aktîvîst û welatiyên Kifrê beşdarî çalakiyê bûn.

 

Di çalakiyê de piştî dan gelê Efrînê û bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.

 

 

Koye

 

Ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê jî çalakiye pêk hat.

Di çalakiyê de bang li tevahiya Kurdên seranserî cîhanê hate kirin ku ji bo piştgiriya Efrînê dakevin daqan û bang li qada navneteweyî hate kirin ku êrîşên li ser Efrînê bidin rawestandin.

 

 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.