1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Li Agiriyê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li Agiriyê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Agiriyê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê li ser zarê çavkaniyên hêzên ewlekariyê wên wî welatî, ragihand ku îro Şemiyê 29ê Tebaxa 2020an li navçeya Bazidî ya Agirî şer di navber gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de derket.

A+A-

 Li navçeya Bazidê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê di navber gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encamê de 2 çawîşên pispor ên Tirkiyê hatin kuştin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê li ser zarê çavkaniyên hêzên ewlekariyê wên wî welatî, ragihand ku îro Şemiyê 29ê Tebaxa 2020an li navçeya Bazidî ya Agirî şer di navber gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de derket.

Di wî şerî de du çawîşên pispor birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yasar Eryilmaz li Bazidê hatine şandin.

Herdu çawîşên pispor tevî hemû hewldanên bijîşkî ji mirinê rizgar nebûne.

Biryar e piştî otopsiyê cenazeyên wan leşkeran, bo malbatên wan were şandin.

Ji aliyê din ve heta amadekirina vê nûçeyê PKKê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.