1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. Li Bakurê Kurdistanê 01.01 roja jidayîkbûna beşeke zêde ya Kurdan e
Li Bakurê Kurdistanê 01.01 roja jidayîkbûna beşeke zêde ya Kurdan e

Li Bakurê Kurdistanê 01.01 roja jidayîkbûna beşeke zêde ya Kurdan e

Omer Keskîn, welatî, dibêje, “Ku em mezinbûn bavê min extiyar bû me wî bi xwere bir qeyda zewaca wî li nifûsê çêkir paşê me nasnameyên xwe derxist.”

A+A-

Abdulselam Akinci

Amed

 

Amed (Rûdaw) - Roja 01.01ê ango yekê çileyê bi taybetî ji bo Kurdan xwedî wateyeke cûda ye. Lewra 01.01 rojbûna bi milyonan Kurdên Bakûrê Kurdistanê ye.

Di nav Kurdên Bakûrê Kurdistanê de bi milyonan kesên ku temenê wan bi ser 35 û 40î de ne ji ber ku qeydên wan bi rêk û pêk  nehatine girtin dîroka welidîna wan weke 1ê çileyê hatiye tomarkirin. Bo vê sedemê gelek Kurd rojbûna xwe di yekê çileyê de pîroz dikin. Ango Kurd bi gelemperî rojbûna xwe di dîrokeke ne rast de pîroz dikin.

Dengbêj Îbrahîmê Pîrikî jî ji wan Kurdan yek e yeke ku di qeydên fermî de dîroka ji dayîkbûna wî weke 01.01 hatiye nivîsîn lê di rastiyê de ew bi xwe jî di tev de kes nizane ku ew di kîjan mehê de û kîjan roj hatiye dinyayê.

Dengbêj Îbrahîmê Pîrikî dibêje, “Dema ku welatek serbixwe û azad nebe ,bêkes be,welatîbûna wî,navên wî û nasnameyan wî qedexe be ji xwe yê nasnama wî 01.01 be.Em kîjan dîroka Kurdan dinhêrin ji ber ku dîrok û nasnameya me qedexeye em dib^nin ku îllakî kêmasîkî me heye.”

Gelek sedemên vê rewşê hene. Ji ber ku wê heyamê di nav Kurdan de rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm bû û piraniya Kurdan bi tirkî nizanî bûn û Kurdî qedexe bû nikarîbûn xwe baş îfade bikirana karmendên saziya nifûsê ev dîrok diyar dikirin û roja welîdina wan weke edetek jêveneger 01.01ê tomar dikirin.

Dengbêj Îbrahîmê  Pîrikî dibêje, “Dema ku em mezin bûn yanî kesî jime nedipirsîn jî.Ji xwe heta ku ku gundên me hatin şewitandin em hatin bajêr me nizanibû nasname jî çiye.Piştî em koçberbûn hatin bajarê amedê me nasnama xwe dîroka jidayikbûna xwe bi giştî bi destê xwe nivîsand.”

Yek ji wan sedeman ew bû ku ji ber tirsa dewletê heta ku Kurdan ji bo  karek fermî pêwîst neba ne di xwestin bi awayek fermî xwe bixistina qeydên dewletê. Nivîskar Seîd Veroj jî ji heman kevneşopiyê para xwe wergirtiye û dîroka ji dayîkbûna wî jî 01.01 e.

Nivîskar Seîd Veroj jî diyar dike, “Rast e rojbûna min jî 01.010ê destpê dike.Sedemên vê yekê:tunebûna saziyek bû ku zayîna zarokan qeyd bike,bêperwerdebûna Kurda ye,reva Kurda ya ji dewletê û em dikarin bêjin ku li gel vana ji ber eskeriya mecbûrî,ji ber bac dayînê,ji ber cezakirinê hergav ji qeydkirina defterên fermî yên dewletê reviyane ji ber wî dema bûyîna wan rast nehatiye nivîsandin.

Wek sedemek efsanevî tê gotin ku jin û mêrên Kurdan bi zanehî di 21 adarê şeva newrozê mehra xwe dibirîn piştî 9 meh û 10 rojan di yekê çile de zarokên wan çêdibûn ji ber wê jî dîroka jidayîkbûna bi milyonan Kurdan roja yekê çile ye wate 01.01e.

Seyîtxan Cenevîz, welatî, dibêje, “Bavê me wê çaxê tarîxên me negotine ji ber wî jî em çizanin em kîjan roj hatine dinyayê.”

Omer Keskîn, welatî, dibêje, “Ku em mezinbûn bavê min extiyar bû me wî bi xwere bir qeyda zewaca wî li nifûsê çêkir paşê me nasnameyên xwe derxist.”

Hecî Adil Bozkurtan, welatî, dibêje, “Zarên diya min em 4 heb in,8 jî yên damariya min em bûn 12 heb.dîroka jidayîkbûna me hemiyan wek hev lêxistine.”

Seyfedîn Goren, welatî dibêje, “Wê çaxê yê malbata 3-4 çend zarok hebana bi hevre dibirin qeyd dikirin.”

Mihemed Coşar, welatî, “Dema me nasnameyên xwe derxist hema bêje emrê me di ser bîstî re bû.”

Lê belê di van salên dawî de êdî jinên Kurd di nexweşxaneyan de diwelidin û ji ber wî jî demildest dîroka jidayîkbûna zarokên Kurd jî bi awayek rast tê nivîsîn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.