1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Li Bangladeşê xwepêşana xwendekaran dewam dike
Li Bangladeşê xwepêşana xwendekaran dewam dike

Li Bangladeşê xwepêşana xwendekaran dewam dike

Wezareta Perwerdeyê daxuyand îro li giştiyê welêt hemû mekteb wê tetîl bin

A+A-

Li Dakkaya paytexta Bangladeşê ji ber ku du xwendekar di qezaya trafîkê de mirin bi hezaran xwendekar ji bo protestoyê daketin kolanan, li welêt hemû mekteb hatin tetîlkirin.

Li gor nûçeya "Dhaka Trîbune"ê, piştî ku otobêsekê di dawiya hefteyê de du xwendekar pelçiqandin protestoyan dest pê kir û îro kete roja xwe ya çaran.

Wezareta Perwerdeyê daxuyand îro li giştiyê welêt hemû mekteb wê tetîl bin.

Wezîrê Perwerdeyê Sohrab Hossain got ew ji bo ewlehiya xwendekaran tevdîrê dibînin û ji ber vê mekteb hatine tetîlkirin.

Xwendekaran xwestibû şofêrê otobêsê bê binçavkirin û ewlehiya rê bê parastin, ji ber vê li Dakkayê rê girtibûn.

Di protestoyan de 4 xwendekar hatibûn binçavkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Esaduzzaman Xan bangî xwendekaran kiribû ku bila ew dev ji xwepêşanan berdin.

Xan gotibû daxwazên wan wê bê qebûlkirin û sûcdar jî wê bên cezakirin.

Li Kurmîtolaya Dakkayê otobêsek ketibû nav xwendekarên li rawestgehê benda otobêsên xwe bûn. Di qezayê de 2 xwendekar miribûn û 7 jî birîndar bûbûn.


AA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.