1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Li Barcelonayê hejmara kuştiyan zêde bû
Li Barcelonayê hejmara kuştiyan zêde bû

Li Barcelonayê hejmara kuştiyan zêde bû

Hat ragihandin, hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî ya şeva borî ku li Barcelonaya Îspanyayê hatibû kirin û DAIŞê li xwe girtibû, gihîştiye 14 kesan.

A+A-

Servîsa Rewşên Lezgîn a Katalanî bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrîşa li Las Ramblasê jineke ku di êrîşa duyemîn a Cambrilsê birînda bûbû, jiyana xwe ji dest daye û hejmara miriyên êrîşa terorîstî ya Barcelonayê gihîştiye 14 kesan.

Piştî êrîşa Cambrilsê 5 kes ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin û di nav 7 kesên di pevçûna çekdarî de birîndar bûbûn de jî kesek ji wan polîs bû.

Di merasîma yadkirina qurbanîyên êrîşa terorîstî de ku li meydana Katalunya hat lidarxistin, Qralê Îspanyayê Felipe û Serokwezîr Mariano Rajoy jî beşdarî kirin.

Ji bo kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, rawestîna rêzgirtinê hat kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.