1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
Li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

Li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

 Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve heta 1ê Nîsanê hat dirêjkirin.

A+A-

 Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve heta 1ê Nîsanê hat dirêjkirin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku qedexeya hatinûçûnê li nav bajaran û di navbera bajar û parêzgehên herêmê de bo dema 9 rojên din hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, di navbera saet 12:00 şev û saet 06:00ê serê sibê de jî, rê bi ti core hatinûçûnekê nayê dan, tenê rê bi hatinûçûna otomobîlên hêzên ewlehiyê yên ku di erk de ne, ambulans û otomobîlên kesên ku rêpêdana wan heye, tê dan.

Têkildarî hatinûçûna hemwelatiyan bi piyan jî, Wezareta Navxwe tekez dike, ku ji bilî hatinûçûnên ji bo dabînkirina pêwîstiyan û yên bi sedema nexweşiyê, hatinûçûna bi piyan bi hemû awayî qedexe ye, ewên ku biryarê binpê bikin, dê rêkarên yasayî li hember wan bihê pêkanîn.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje, rêpêdana kompaniyên petrolê bi hevahengiya li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dibe û ew rêpêdan jî tenê ji aliyê Wezareta Navxwe û Rêveberiya Giştî ya Dîwanê tê dan.

Derbarê hatinûçûna di navbera parêzgehan û îdareyên serbixwe de jî, Wezareta Navxwe dibêje, hatinûçûn bi hemû şêweyekê tê ragirtin, tenê di dema gelek pêwîst de nebe, ew jî tenê bi rizamendiya odeya operasyonan a parêzgehan dibe.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha diyar dike, her kesekî ser bi hêzên ewlehiyê yên ku ji bo cîbicîkirina rêkaran hatine erkdarkirin, eger di pêkanîna rêkaran de xemsar bin an jî kesek ji hêzên ewlehiyê wan rênimayiyan binpê bike, dê li gor yasaya sizadana hêzên asayişê û navxwe, bo dema 10 rojan cezayê zîndanê bi ser wan de bihê sepandin.

Wezaretê herwiha ragihandiye, market û firinên nan ji 11:00ê şevê heya 6:00ê sibê girtî dibin.

Herwiha ew fermanber û efserên ku li parêzgehên Iraqê dewamê dikin, rê bi wan nayê dan ku heya 1ê Nîsanê derbasî nav Herêma Kurdistanê bibin.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.