1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li Bexdayê agir li embara sindoqên dengdanê ket
Li Bexdayê agir li embara sindoqên dengdanê ket

Li Bexdayê agir li embara sindoqên dengdanê ket

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, embareke sindoqên dengdanê li navçeya Resafe şewitî.

A+A-

Li gorî zanyariyan, îro li Bexdayê agir li embareke sindoqên  dengdanê yên komîsyona hilbijartinan a Iraqê ket.

 

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, li Bexdayî agir li embareke sindoqên dengdanê yên hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê ketiye, ku dikeve naveya Resafe ya Bexdayê.

 

Li gorî daxuyaniyê, Wezareta Navxwe ya Iraqê dibêje, di wê embarê hin sindoqên dengdanê yên vê xûla parlamentoyê de hebûn û tîmên agirvemirandinê hewla kontrolkirina agir didin.

Herwiha çavkaniyekê ji Komîsyona BilindaSerbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve ji Rûdawê re ragihand, ew embara sindoqên dengdanê ku îro şewitiye, tenê dengên navçeya Resafe ya Bexdayê têde ye û hêj sindoqên dengê parêzgehan bo Bexdayê nehatine veguhastin.

 

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.