
Li Colemergê çandina şitlan hat qedexekirin
Parêzgariya Colemergê bi daxuyaniyeke nivîskî qedexeyên nû yên li bajêr ragihandin.
A+A-
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariyê ve hatiye weşandin, bi hinceta asayîş û ewlekariyê pêkanîna gelek cureyên çalakiyan li bajêr hatin qedexekirin.
Parêzgariyê diyar kir, bi hinceta dabînkirina ewlekarîya giştî ya bajêr, parastina asayîşa giştî û pêşîgirtina bûyerên tundiyê yên têne pêşbînîkirin, qedexekirina hejmarek cureyên çalakiyan hatine ragihandin.
ÇANDINA ŞITLAN JÎ HAT QEDEXEKIRIN
Di nav wan çalakiyên hatine qedexekirin de, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û xwepêşandanên cemawerî, mîting, vedana konan û herwiha çandina şitlan jî heye.
Qedexeya parêzgariyê ya wan cureyên çalakiyan dê ji 21ê Nîsanê heta 5ê Gulanê berdewam bike.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.