1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Li Efrînê teqînekê rû da
Li Efrînê teqînekê rû da

Li Efrînê teqînekê rû da

Li gor zanyariyan bombeyek bi seyareya hemwelatiyekê ve teqiya û di encamê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.

A+A-

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de 2 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan bombeyek bi seyareya hemwelatiyekê ve teqiya û di encamê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî li nav bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandin ku, li kolana Hebeş, li pişt avahiya Seraya bi rêya bombeyekê di nav otomobîleke sivîl de teqînekê rû da.

Li gor zanyariyan di encama wê teqînê de, zarokê bi navê Mihemed Selah Hemo yê 14 salî û Mihemed Mehmûd Eswedê 28 salî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyekê berpirsyariya vê teqînê li xwe negirtiye û herwiha ev teqîn di demekê de ye ku li navenda bajarê Efrînê, li ser rêya Raco, roja 28.04.2020, teqîneke mezin rû dabû ku tankereke tejî sotemenî li nav bazara Efrînê hatibû teqandin û li gor zanyariyên Rûdawê di encama teqînê de 53 kes hatibûn kuştin û 167 kes jî birîndar bûbûn.

Artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî wê ji opozisyona Sûriyê 20ê Çileya 2018an êrişîek bo ser herêma Efrînê dan destpêkirin û piştî nêzîkî 2 mehan ji şer û pevçûn û bomabaranê, ew bajarê Rojavayê Kurdistanê ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

 

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.