1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Li girtîgehên Tirkiyê zimanê Kurdî tê astengkirin
Li girtîgehên Tirkiyê zimanê Kurdî tê astengkirin

Li girtîgehên Tirkiyê zimanê Kurdî tê astengkirin

“Heqê wan ê axaftina bi kurdî di zagonê de heye, lê di pratîkê de nîne. Li dadgehan girtî dixwazin parastina xwe bi zimanê xwe bikin lê ew têne astengkirin. Heta li cihekî dozger gotibû eger tu bi Kurdî biaxivî tu nikarî ji zindanê derkevî.

A+A-

Rawîn Stêrk

Rawîn Stêrk

Stenbol (Rûdaw) - Qedexeyên li ser kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Piştî girtina bi dehan kovar, rojname, televizyon, malper û dezgehên ziman, vê carê li hundir ziman tê qedexekirin.

Li girtîgehan her cor wêşan û name û axaftina bi malbatan re ya bi Kurdî tê qedexekirin. Ji girtiyên ku nameyên xwe bi kurdî dinivîsin pereyekî zêde weke heqê wergêr tê xwestin. Saziyên pêwendîdar vê yekê weke pêkanînên dema Kenan Evren bi nav dikin.

Astengî û binpêkirina mafên mirovî li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştin asteke nû. Edî li girtîgehan her cor wêşan û name û axaftina bi malbatan re ya bi Kurdî tê qedexekirin. Pirtûkên Kurdî yên ku ji derve têne şandin radestî girtiyan nayên kirin. Herwiha ji bo name û nivîsên wan ên bi Kurdî jî 300-400 lîre heqê wergerê tê xwestin. Ger ew pere neyê dayîn name û nivîs jî nayên şandin.

Derbarê mijarê de Hevserokê TUHAY-DER a Herêma Marmarayê Husnu Tunç ji Rûdawê re got: “Heqê wan ê axaftina bi kurdî di zagonê de heye, lê di pratîkê de nîne. Li dadgehan girtî dixwazin parastina xwe bi zimanê xwe bikin lê ew têne astengkirin. Heta li cihekî dozger gotibû eger tu bi Kurdî biaxivî tu nikarî ji zindanê derkevî. Niha li girtîgehan nameyên bi Kurdî qedexe ne. Axaftina bitelefonê dîsan wisa. Piraniya dayîkan bi tirkî nizanin. Ew pêkanîn di serdema zindana Amedê de hebû lê niha jî têne meşandin. Yasayên Kenan Evren îro jî berdewam in. Ew sîstem hebûna xwe li ser dijminatiya kurd û Kurdistan û Kurdî dide jiyandin.”

Li gorî qanûna di derbarê girtîgehan de qedexe nîne ku girtî bi zimanekî bêyî Tirkî biaxivin yan jî binvîsin û bixwînin. Lê li wan 355 girtîgehan jî nêzikahiya li hemberî Kurdî girêdayî helwêsta rêveberiyên girtîhan e. Li girtîgehen weke Wan, Ceyhan, Panos, Sîncan, Tekîrdag, Silevrî gelek girtîgehên din cezayê disîplê tê birîn ji wan girtiyan re ku bi Kurdî biaxivin. Li gor Komeleya Mafê Mirovan ew nêzikahî gihîştiye asteke wisa ku girtî di nava hev de jî bi Kurdî neaxivin.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî got: “Agahiyên di derbarê qedexeya li ser Kurdî de gelek caran têne ber me. Ew qedexeyên fiîlî ne. Divê Tirkiye ji van pêkanînan xilas bibûya. Ew yasayên 12ê Îlonê tînin bîra mirov. Qedexeyeke qanûnî nîne, lê ew gotina ‘pêwistiyên ewlehiyê’ dikare rê li her tiştî bigire. Li hin girtîgehan qedexe bo zimanên din jî tên guhê me lê cihêkariya li hemberî Kurdî weke pêkanîneke taybet û giştî her heye. Pereyekî zêde bo wergerê dixwazin da girtî nikaribin bi kurdî binivîsin. Divê ew pêkanîn demildest bê rakirin.”

Di demên dawîn de rêvberiyên girtîgehan girtiyan hişyar dikin da di axaftina xwe ya heftane de bi malbatên xwe re tenê bi tirkî biaxivin. Dagistan Paycû yê ku li girtîgeha Panosê girtî ye di nameya xwe de dibêje ku destnivîsên wî yên du pirtûkan ji alî girtîgehê ve bi hinceta ku kurdî ne hatine desteserkirin. Ji ber van qedexe û binpêkirinên din li 6 girtîgehan bi dehan girtî ew nêzikî mehekê ye di mangirtinê de ne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.