1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Li gorî anketan rayên AKPê derdora sedî 34 in
Li gorî anketan rayên AKPê derdora sedî 34 in

Li gorî anketan rayên AKPê derdora sedî 34 in

AKPeya ku hemû hisabê xwe li ser qezençkirina hilbijartina 2019an dike, li gorî anketan hem di hilbijartina herêmî û hem jî di hilbijartina giştî de rayên wê gelekî kêm bûne.

A+A-

Li gorî nûçeya Emine Kaplana rojnameya Cumhuriyetê, rêjeya rayên AKPê yên niha bêyî ku bêbiryar werin parvekirin daketiye ji sedî 34an, Enqere û Stenbol jî di serî de rayên gelek şaredaran daketiye binê rayên partiyê.

Hilbijartina herêmî ya Adara 2019an wê bibe nîşaneya hilbijartina giştî. Li gorî nûçeyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ditirse ku heke bibe serokomar jî dibe piraniya parlamentoyê bi dest nexe.

Di berdewamaya nûçeyê de hat gotin ku Serokomar Erdogan piştî encamên anketan pêvajoya îstîfaya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadir Topbaş da destpêkirin. Erdogan di axaftina xwe ya kampa Afyonê de hişyarî dabû partiyiyan û gotibû ‘divê di nava hilbijartina serokomarî û parlamenteriyê de ferq tinebe, heke ferq çêbibe di parlamentoyê de em ê têkevin tengasiyê.' (sputnik)

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.