1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. ‘Li hember statûya Rojava maseya muzakereyan qulupandin'
‘Li hember statûya Rojava maseya muzakereyan qulupandin'

‘Li hember statûya Rojava maseya muzakereyan qulupandin'

Berdevkê HDPê Osman Baydemir li navçeya Bismilê axivî û got “Maseya muzakereyan qulipandin. Yek sedema wê hebû ew jî ji bo kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statû û ji bo ku kurd dayika xwe nebînin.”

A+A-

Ji referandûma li Tirkiyeyê re 11 roj man. Hemû partiyên siyasî xebatên xwe ji bo vê referandûmê berdewam dikin. Ji ber tê gotin ku dengên li bajarên kurdan dê encama referandûmê diyar bikin, aligirên "Erê"yê û yên "Na"yê jî bi giranî xebatên xwe li van bajaran dimeşînin. Yek ji wan partiyan jî HDP ye ku ew ji bo dengê "Na"yê xebatên xwe li van bajaran berdewam dike.

"GELÊ KURD DI VÊ PAKETÊ DE TUNE HATIYE HESIBANDIN"

Parlamenterên HDPê yên bi konvoyek mezin çûn navçeya Bismilê û wan li wê derê xebata referandûmê meşand. Berdevkê HDPê Osman Baydemir li Bismilê wiha got: "Me çawa ku di Newrozê de kefenê tirsê yê dihat xwestin bidin lixwekirin bi dev û diranên xwe çirand, em ê di 16ê Nîsanê de kefenê tirsê yê tê xwestin bidin lixwekirin biçirînin. Yên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin, yên dayika Taybet, bebika Mîray qetil kirin û yên ku çekên kîmyewî bi kar anîn cuda nîn in. Di qanûnên Kenan Evren de çawa ku gelê kurd tune hatiye hesibandin îro jî Erdogan, Bahçeli û ruhê Keran Evren di paketekê de jî heman tiştî dike".

Mîtînga HDPê ya li navçeya Bismilê

‘DIJMINÊ DOST Û LAWA NABE DOSTÊN BAVA'

Herwiha Baydemîr bi gotineke kurdan ev bang kir: "Ga dimire lê postê wî dimîne, lê ji AKP û MHPê nabe dost. Dijminê bav û kalan nabe dostên lawan. Divê kurd li dijî zilmê û faşîzmê bibin yek."

Baydemîr got, "di paketa ku di 16ê Nîsanê de bêdengdan de dijiminatiya li dijî kurdan heye. Qet dev ji aştiyeke bi rumet û azadiya xwe bernedin. Maseya muzakereyan qulipandin. Yek sedema wê hebû ew jî ji bo kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statû û ji bo ku kurd dayika xwe nebînin. Ji bo ku tena serê xwe bibin desthilatdar, wan şerê biratiyê ji Pirsûsê heta Enqereyê dewam kir. Herwiha tevlîhevî xistin nava welat. Em li hemberî politikayên şer serî xwar nakin. "Na"ya me, ji şer re ye, "Na" ya me ji Rewşa Awarte re ye, "Na" ya me, ji dijminatîya li hemberî kurdan re ye."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.