1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Li Îranê hejmara qurbaniyên koronayê gihîşt 237 kesan
Li Îranê hejmara qurbaniyên koronayê gihîşt 237 kesan

Li Îranê hejmara qurbaniyên koronayê gihîşt 237 kesan

Li Îranê bi mirina 43 kesên din hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane gihîşt 237 kesan û hejmara kesên ku vîrûsa koronayê bi wan ketiye gihîşt 7 hezar û 161 kesan.

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê bi mirina 43 kesên din hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane gihîşt 237 kesan û hejmara kesên ku vîrûsa koronayê bi wan ketiye gihîşt 7 hezar û 161 kesan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Berpirsê Peywendiyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr ragihand ku di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronaya nû li wî welatî 43 kesan canê xwe ji dest dan.

Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir ku hejmara haletên vîrûsa koronaya nû jî 595 zêde bû û derket 7 hezar û 161ê.

Bi gotina Cîhanpûr rewşa 2 hezar û 394 kes piştî çareserkirinê baş bûye û ew bo malîm xwe hatine şandin.

Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê de hatibû ragihandin ku vîrûsa koronaya nû li bajarê Qûmê hat dîtin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.