1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Li Îranê nivîskarek jin 18 rojin di greva birçîbûnê de ye
Li Îranê nivîskarek jin 18 rojin di greva birçîbûnê de ye

Li Îranê nivîskarek jin 18 rojin di greva birçîbûnê de ye

Nivîskar jin Gûlrûx Îrayî Îbrahîmî ku li Îranê hatiye girtin, 18 rojin di greva birçîbûnê de ye û rayedarên hikûmeta Îranê jî guhdarî daxwazên wê nakin.

A+A-

Nivîskar Gûlrûx Îrayî Îbrahîmî di 7’ê Sibatê de ji aliyê rejîma Îranê ve ji Girtîgeha Ewnî birine Girtîgeha Qerçekî Weramîn. Gûlrûx Îrayî Îbrahîmî li dijî êşkenceya rayedarên girtîgehê û êşkenceya cinsî ya dijî jinan li girtîgeha Qerçekî Weramîn dest bi greva birçîbûnê kir.

Destpêkê çalakiya greva birçîbûnê ya Gûlrûx Îrayî Îbrahîmî çalakiya greva birçîbûnê ya mirinê bû. Belê piştî 6 rojan li ser daxwaza beşek ji çalakvanên Îranê ji bo parastina tenduristiya wê, çalakiya greva birçîbûnê ya mirinê veguherte çalakiya greva birçîbûna ya sivik.

Her çendî ku rewşa tenduristiya Gûlrûx Îrayî Îbrahîmî nebaşe jî, lê rayedarên girtîgehê ew paşguh xistine û bi mirinê re rû bi rû hiştine.

Gûlrûx Îrayî Îbrahîm nivîskara çîrokan a Îranê ye û ji ber çîrokek li ser kevirkirina jinan nivîsandiye 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.(rojnews)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.