1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li Kerkûkê hêzên xwebexş êriş kire Heşdî Şebî: Kuştî û birîndar hene
Li Kerkûkê hêzên xwebexş êriş kire Heşdî Şebî: Kuştî û birîndar hene

Li Kerkûkê hêzên xwebexş êriş kire Heşdî Şebî: Kuştî û birîndar hene

Hat ragihandin ku careke din hêzên çekdar ên xwebexş li bajarê Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî û hêza dijteror a Iraqê kirin, di êrişê de kuştî birîndarên hêzên iraqî hene.

A+A-

Li gorî agahiyên fermandarê Pêşmerge yê eniya rojavayê bajarê Kerkûkê Kemal Kerkûkî, hejmarek xwebexeş êrîşî hêzên dijeterora Iraqê û milîsên Heşda Şeibî kirin. Piştî êrişê hêzên çekdar ên xwebexş bê zirarekê xwe rizgar dikin.

Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de ragehand ku li navçeya fermanberan a bajarê Kerkûkê hejmarek xwebexeş êrişî hêzên dijeterora Iraqê û milîsên Heşda Şeibî kirin. Piştî wê hêzên ewlehî yên Iraqê teqeyeke zor kirin û bi ser mal û welatiyên taxên nêzîkî bûyerê de gule reşandin.

Li gorî daxuyaniya Kemal Kerkûkî piştî êrişê hêzên xwebexş bêyî zirar xwe rizgar kirin û ziyanekî mezin gihaye Heşda Şeibî û kuştî û birîndarên xwe rakirine nexweşxaneyan.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.