
Li Mûşê jî Strana HDPê hate qedexekirin
Strana bangeşeya referandumê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Mûşê jî hate qedexekirin
A+A-
Derbarê mijarê de Parêzgeriya Mûşê daxuaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku hin gotinên strana HDPê a bi navê “Bêjin Na” bi hinceta nav civakê de dibe sedema dijminatî û dijitiyê, hatiye qedexekirin.
Berî niha strana referandûmê ya HDPê li bajarên wekî Şirnex, Wan û Diyarbekirê hatibû qedexekirin.
Di strana HDPê de gotinên wiha hene:
“Ji yek al û netewe û zimanê re na” “Ji bo netewek demokratîk bêjin na” “Ji bo aşitiya gelan bêjin na”
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.